Dayikên Aştiyê ji bo meşa 9'ê Nîsanê bangawazî

12:22

JINHA

AMED - Endamên Meclîsa Dayîkên Aştiye ya Amedê ji bo meşa ku dê di 9'ê Nîsanê de bi pêşengiya KJA'ê de bê li dar xistin, ji bo beşdarbûnê bang li hemû jinan kirin.

Di 9'ê Nîsanê de bi pêşengiya KJA'ê de ji bo zext û polîtîkayên li ser jinê şermezar bikin dê li Amedê meşek girseyî bê li darxistin. Meşa ku dê j ber avahiya DBPê heya Parqa Koşuyolê pêk bê ji jinan piştevanî zêde dibin. Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Amedê jî ji bo tevlîbûna meşa girseyî bi daxuyaniyekî bang li hemû jinan kirin. Dayikên ku li komeleya xwe daxuyanî pêk anin diyar kirin ku ew jî piştgiriyê didin meşa KJA'ê û dê bi girseyî dê li qadan bin.

Endama Meclîs Qudret Eryilmaz li ser navê hemû dayikan axivî û got ku bila jin li hemberî tacîz û tecawîzên li Tirkiyê tên jiyandin bêdeng nemînin û di serî de dayîk hemû jinan vexwedan meşê.

'Bila jin li hemberî jiyana qirêj bibin yek'

Qutret anî ziman ku bila hemû jin û dayîk li hemberî polîtîkayên qirêj bibin yek û bang li hemû dayikên gerila û leşkerên ku di pêvajoya şer de jiyana xwe ji dest dan kir û got ku bila di serî de hemû dayikên dil şewat li hemberî ve yekê serî rakin û dengên xwe bilind bikin.

(ho/rc)