Cara duyeme leşkerên Tirk rojnamegerên sînor gule barandike

13:28

JINHA

MÊRDÎN- Leşkerên tirk, li ser Rojnamegerên ku li sînorê Qamişlo-Nibêbînê Nobeta Nûçeyan digirtin, gule reşandin.

Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdîn 25 rojin rewşa rêveberiya awarte berdewam dike. Di dorpêç û rêveberiya awarte de êrîşên hêzên dewletê li Nisêbînê berdewam e. Li hemberî van êrîşan komek rojnameger li ser sînorê Qamişlo Nisêbînê 4 rojin dest bi nobeta nûçeyan kiriye. Rojnamegerên ku bi hişyariya “Li dijî bûyerên Nisêbînê peyama çavkaniyên rast, ji bêdengiyê re na" nobetê digirin bi piştgiriya rojnamegerên biyanî didome. Rojnamegerên ji Îtalyan û Îrlandayê hatin jî piştgirî dan nobetê. Rojnamegerên ku li ser sînor geşedanên li Nisêbînê dişopînin rastî gulebarana leşkerên tirk hatin.

(rc)