Êrîşê çeteyan ya li ser taxa Şêxmeqsûd dewam dike
13:58
JINHA
HELEB – Di encama topbarana çeteyên Koalîsyona Sûriyeyê yên ku duh li ser taxa Şêxmeqsûd pêk hat de, hejmara sivîlên ku jiyana xwe ji dest dane derket 18’an. 67 sivîl jî birîndar bûn.
Li gorî nûçeyê ANHA'yê hat ragihand ku di encama topbarana duh ya li ser taxê Şêxmeqsûd yê bajarê Helebê ku ji aliyê çeteyên Koalîsyona Sûriyeyê û hevkarê wê ENKS’ê ve pêk hatî, heya şêvê din bi gîştî 17 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û 63’yên din jî birîndar bûne. Her wiha ji ber topbaranê ziyanek mezin gihiştiye mal û avahiyên taxê.
Hat zanîn ku îro jî di seat 03.00`an de welatiyek din jiyana xwe ji dest da û 4 ên din jî birîndar bûn. Êrîşa ku ji 16'ê Sibatê ve despêkiriye bê navber dewam dike.
(rc)