'Bêhuqûqiyek herî mezin li ser Ocalan tê meşandin'

15:46

JINHA

ÊLIH – Li Êlihê parezêrên Buroya Huqûqê ya Asrinê Şînasî Tur û Newroz Ûysal têkildarî tecrîtê û şert û mercên Rêberê PKK'ê Abdûllah Ocalan gotûbêjek li darxistin. Di gotûbêjê de parêzer Şînasî axivî û diyar kir ku ev bû salek bi tu awayî têkildarî rewşa Abdullah Ocalan agahî nagirin û got ku tecrît û êrîşên dewletê yên li ser bajarên Kurdîstanê perçeyek ji tecrîta girankirî ya li ser Abdullah Ocalan tê meşandin e. Parêzer Newroz jî dest nîşan kir ku li Îmraliyê li ser Ocalan bêhuqûqiya herî mezin bi awayekî pergalî tê meşandin.

Li Êlihê parezêrên Buroya Huqûqê ya Asrinê Şînasî Tur û Newroz Ûysal têkildarî tecrît û şert û mercên Rêberê PKK'ê Abdûllah Ocalan gotûbêjek hate li darxistin. Gotûbêj li avahiya DBP’a Êlihê hate amadekirin û rêveberên DBP, HDP, endamên Meclîsa Dayikên Aşîtiyê, aktîvîstên KJA’yê, nûnerên saziyên civakî û gelek kes beşdar bûn. Gotûbêj bi rêzgirtinê dest pê kir.

‘Tecrîta li Kurdîstanê perçeyek ji tecrîda li Îmraliyê ye’

Şînasî û Newroz li ser şert û mercên tecrît û tendûristiyê, dozên AÎHM û Atîna yên Abdullah Ocalan rawestiyan û agahî parve kirin. Di gotûbêje de ewil parêzer Şînasî axivî û bal kişand ser rewşê Abdullah Ocalan a ku ji 15 Sibata 1999’an heta niha û got ku ev bû salek derbarê şert û mercên wî de tu agahî bi dest naxin û ji bo hevdîtinê hemû serlêdanê wan tên redkirin. Şînasî anî ziman ku ev saleke Abdullah Ocalan di bin tecrîtedeke giran de ye û got ku talankirin û êrîşên li ser bajarên Kurdistanê tên meşandin perçeyek ji tecrîta li Îmrali ya li ser Abdullah Ocalan tê meşandine.

‘Bêhuqûqiyek herî mezin li ser Ocalan tê meşandin’

Piştî Şînasî, parêzer Newroz Ûysal jî axivî û bal kişand ser dozên Abdullah Ocalan yên li AÎHM û Atînayê didomin û wiha axivî: “Tecrîda li Îmraliyê ya li ser Ocalan didin meşandin bêhuqûqiya herî mezin e. Li ser hemû şert û mercên Ocalan şantaj tên pêkanîn. Ev bi salane parêzer nikarin biçin hevdîtinê û saleke jî ne malbat û ne jî heyet dikarin biçin cem Ocalan. Ligel hemû serlêdanên me yên huqûqî jî em nikarin biçin cem Ocalan û fikrên wî bigirin. Bi taybetî jî têkildarî doza Atînayê ya Ocalan ji bo em jê agahî bigirin û nêrîn û ramanên wî bibin dozê nikarin hevdîtin bikin.”

Gotûbêj bi pirs û bersivdayînê bi dawî bû.

(dt/rc)