Mîhrîcana kurtefîlman di 2. rojê de berdewam kir
16:03
JINHA
EFRÎN - Di roja duyemîn a mîhrîcana kurtefîlman de 8 fîlm hatin temaşe kirin.
1. Mîhrîcana kurtefîlmên a ku 4'ê Nîsanê li Kantona Efrînê destpêkiri bû bi coş didome. Mîhrîcan ji hêla Desteya Çandê ya Kantonê û herwiha TEV-ÇAND rojava hate organîzkirin. Mîhrîcan di roja duyemîn de bi coşek mezin berdewam kir. Bi dehan rewşenbîr û niştecihên kantonê di salona Çand û Hunerê de amade bûn û li kurtefîlman temaşe kirin.
Piştî ku ji hêla komîteya amadekar a mîhrîcanê Heysem Mistefa ve xêrhatina mêvanan hate kirin, 8 fîlm hatin temaşe kirin. Fîlmên Roniya Deng, Fîşeka Cemidî, Vir Dayîk e, Hundirê Lîstokê, Jiyaneke Din, Bûyer, Tenê Xewn Bû û Bihêlin Mêr Bireqisin hatin temaşe kirin. Di fîlman de mijarên cur be cur bi taybet berxwedaniya gelê Kurd mijar bû û temaşeker piştî pêşnadana fîlman bi çepik û dirûşmeyan kêfxweşiya xwe anîn ziman.
(fr/lç/rc)