Hevserokê HDP'ê Metin Besî hat berdan
17:56
JINHA
COLEMÊRG - Polîsan duh bi ser avahiya HDP'ê de girtibûn û Hevserokên HDP'ê û Endamên HDP'ê girtibûn binçavan. Piştî sewqî dadgeha Colemêrgê hatin kirin hatin berdan.
Duh li Colemêrgê dema ku Rêxistina HDP'ê û KJA'yê xwestin li dijî êrîşên ser Geverê û dijî tecrîda ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bimeşin, polîsan mudaxeleyê meşê kir û 8 kes di bin navê 'propagandayê rêxistinê' dikin xist binçavan. Endamên HDP'ê û Hevserokên HDP'ê îro sewqî Dadgeha Colemêrgê kirin pişti rûniştina Dadgehê Hevserokê HDP'ê Metin Besî û Endamên HDP'ê û esnafên hatin binçav kirin bi biryara kontrola Edlî hatin berdan.
Her wiha doza Endamê HDP'ê Rahmî Kurt bi taleba girtinê sewgî mehkemê hat kirin. Doza Rahmî li dadgeha Colemêrgê berdewam dike.
(zyd/rc)