Kongra Star civîna xwe ya bajarê Til Temir lidar xist
18:11
JINHA
TIL TEMIR - Îro li bajarê Til Temir a Kantona Cizîrê civîna kongreya Star hate lidar xistin.
Kongreya Star piştî lidarxistina 6. kongreya xwe ji bo nirxandina xebatên qadan û hîna bêtir ragihandina naveroka kongreyê dê li tevahî bajaran civînan lidar bixîne. Civîna bajarê Til Temir tevahiya gundên derdor jî digire nav xwe de, li navenda Kongreya Star hate lidarxistin. Di civînê de rêveberên saziyên bajêr beşdarbûn.
Di dîwana civînê de Cîgira Seroka Kongra Star Welîde Botî, Endama Kordînasyona Kongreya Star Leyla Yeşar û rêvebera Kongreya Star Çinar Yûsuf cih girtin. Di civînê de bi berfirehî rewşa siyasî hate gotûbêjkirin. Paşê jî rapora sê mehan ya xebatên jinan a di tevahiya saziyan de hate xwendin. Li ser raporê jî nîqaş destpêkir. Rewşa jinan li bajêr û gond û pirsgirkên ku pê re rûbirû dimîne bû rojev. Herwiha rêyên çareseriyê hate bidest girtin û plansazî jî hate kirin.
Endama Kordînasyona Kongreya Star Leyla Yaşar di nirxandina xwe de bal kişand ser pênaseya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku şoreşa Rojava wek şoreşa jinê bidest digire û wiha got: "Pêwîst dike ku em bi xebat, naskirin û azadkirina xwe vê rastiyê baş nîşan bidin û bi her awayî xwedî li şoreşa xwe derkevin. "
Cîgira Seroka Kongreya Star Welîde Botî jî mîsyona Kongreya Star vegot û wiha pênase kir: "Kongra Star rêxistina hemû pêkhatiyan çi Ereb, Aşûr, Kurd û hwd e. Li vir jî xebateke giranbûha hate meşandin. Lewma pêwîste em xwedî li berxwedana Til Temir derkevin. Xwedî li keda şehîdan derkevin, ji ber ku ev rêxistin bi xwîna şehîdan hatiye avdan."
Civîn bi diruşmeyên 'Jin, Jiyan, Azadî' bidwî bû.
(ja-rh/lç/rc)