Divê tevahî jin ji dewlemendiyê xwezayê sûdê werbigrin

09:08

Hatîce Kaya /JINHA

WAN - Li bazarê Kedê Destê Jinan yê ku ji aliyê Şaredariya Rêya Armûsa Wanê ve hatî vekirin, bûye çavkaniyê xebatê jinan. Aynur Aydin jî gîhayên ku li qontarê çiya û zozanan berhev dike tîne bazarê Kedê Destê Jinan difroşe. Aynur diyar kir ku ew bi firotina gîha hem piştgirî dide malbata xwe hem jî aboriya xwe pêşwazî dike.

Li Wanê jin bi kedê xwe aboriya xwe pêşwazî dikin. Bazarê Kedê Destê Jinan yê ku ji aliyê Şaraderiya Rêya Armûsa Wanê li Bostanîçiyê di 5'ê Adarê de hatî vekir, bûye çavkaniya xebatê komînal yê jinan. Jina bi navê Aynur Aydin jî yek ji jinên ku bi kedê xwe gîha ji xwezayê berhevdike û li bazarê bi firotinê gîhayê re aboriya xwe pêşwazî dike. Aynûr diyar kir ku ew bi salane her dem gîha ji zozanan berhev dike û got ew gîha ji cihên cuda jî distîne û difroşe. Aynûr da zanîn ku axê herêma Serhedê dewlemende û wiha got, "Eger em bi ser axê xwe bisekinin, dikarin aboriya xwe pêşwazî bikin û jiyanek bi tendûristî bijîn."

'Ez di nav xwezayê de mezin bûm'

Aynûra ku di nava xwezayê de mezin bûye wiha domkir, "Ez berhevkirina gîhayên xwezayê gelek hezdikim. Ji dayîka xwe hînê berhevkirina gîha bûm. Ez eleqeyek mezin nîşanî gîhayan didim û li ser sûdên wê lêkolînan dikim. Ez demek li Stenbolê jî mam û min ser gîhayên xwezayê lêkolîn kir." Aynûr da zanîn ku ew zarokên xwe bi sebzeyên xwezayî mezin dike û got ew gelek pêdiviyên xwe ji Amedê û bazara ekolojiyê pêşwazî dike. Aynûr wiha dirêjî da gotina xwe, "Gelek pêdiviyên malê ez bi kedê xwe pêşwazî dikim. Ez salça frengî, şalça îsot, îsot, qehwa dîbek û dindikên zebeşan jî ji Amadê distînim û li vir difroşim. Gelek car amûran tînim malê û bi xwe amede dikim. Di nava xwezayê de mezin bûm, ji ber vê her tiştê xwezayî esas digrim. Jinên Serhedê tev di nava zozan û xwezayê de mezinbûne, ji ber vê eleqeyek mezin nîşan didin."

'Divê herî zêdetir em berê xwe bidin xwezayê'

Aynûr bilêvkir ku bi hatina biharê re jinên herêmê Serhedê berê xwe didin qontarê çiyayên bilind û wiha pêde çû, "Gîhayên ku ji bo gelek nexweşî dibin derman em berhevdikin ji çiya. Divê tevahî jin berê xwe bidin zozanan û ji dewlemendiya xwezayê sûdê werbigrin. Bi berhevkirina gîha ez hem piştgirî didim malbata xwe hem jî aboriya xwe yê serbixwe pêşwazî dikim. Hêzê tevahî jinan heye. Bila tevlî qadê xebatê bibin." Aynûr di dawiyê de wiha got, "Gava ku min bihîst şaredariyê bazara Keda Destê jinan avakir, ez gelek kêfxweşbûm. Niha jî li bazarê tiştên xwezayî difroşim. Divê tevahî jin tiştên xwezayî hilberînin û bi berhemên xwe tevlî qada xebatê bibin."

(rc)