Jinan bertek nîşanî bêdengiya êrîşên ser Şêxmeqsûd da
09:09
Fîdan Rêzan/JINHA
EFRÎN - Jinên Kantona Efrînê êrîşên ser Taxa Şêxmeqsûd nirxandin û bertek nîşanî bêdengiya raya giştî û saziyên mafên mirovan dan.
Li Sûriyê di çavdêriya Netewên Yekbûyî de, bi pêşengiya ABD-Rûsiya agirbesta ku ji 27'ê Sibatê de ketiye meriyetê û şûnde, bi piştgiriya hikûmeta AKP'ê û pêşengiya ENKS'ê komên çete bê navber êrîşê sivîlên Taxa Şêxmaqsûd a bajarê Helebê dikin. Herî dawî di êrîşên topbarana ser taxê yê duh de 14'e sivîl ku di navde jina ducanî û zarok jî heyî 52 kes birîndar bûn. Jinên Taxê Şêxmaqsûd a bajarê Helebê, ên ku neçar mabûn malê xwe terk bikin û derbasî Kantona Efrînê bibin bertekê xwe anîn ziman û bêdengiya raya giştî şermezar kirin.
'Çima ewqas bêdengî?'
Fatma Silêman a ku ji ber êrîşê çeteyan neçar maye xwe bighîne Kantona Efrînê wiha got, "Yên êrîş bi ser Şêxmeqsûd pêk tînin hêzên terorîstin û divê ji hêla cîhanê ve jî wiha werin pênasekirin. Ev bi mehan e ku çete tax dorpêçkirine û nahêlin zad û derman derbasî taxê bibe. Herwiha nahêlin kes ji bo pêdiviyên xwe ên jiyanî pêşwazî bike jî derên." Fatma balkişand ku ligel ewqas êrîş, bêdengiya raya cîhanê wan dixe nava fikaran û wiha pêde çû , "Çima ewqas bêdengî? Ji ber planên pir qirêj ên dijminên me hene. Planên Erdogan li dijî Kurdan heye, çeteyan li Rojava dide şerkirin. Lê dê bi ser nekevin. Em li dijî êrîşên li ser me pêk tên, bêdeng namînin. Heya ji me bê em ê piştgiriya hêza xwe ya parastinê YPG/YPJ'ê bikin û nahêlin ku çete derbasî taxa me bibin."
'Bi hezaran mirov bi komkujiyê re rû bi rû ne'
Zekiye Yûsuf bang li raya giştî yê cîhanê kir ku dawî li bêdengiyê xwe bîne û wiha berdewam kir, "Pêwîste saziyên mafên mirovan û Netewên Yekbûyî dîwarê bêdengiya li beramberî êrîşan bişkîne. Ji ber bi hezaran mirov li taxê bi komkujiyê re rû bi rû mane."
'Tu hêz wê nekaribin vîna gelê Kurd bişkîne'
Rûşîn Îbo jî da zanîn ku saleke taxa Şêxmeqsûd di bin dorpêç û êrîşê çeteyan de ye û wiha pêde çû, "Komkujî pêk, lê tevahî cîhan li hember vê bêdenge. Hêzên desthilatdar êrîşê gelek bajarên me ên Rojava kirin. Eger li hember berxwedana Kobanê çete têk çûn, dê li Şêxmeqsûd jî têk biçin. Tu hêz wê nekaribin vîna gelê Kurd bişkîne. Li hember hovîtiyê jî em ê dengê xwe bilind bikin."Rûşîn xwest ku saziyên mafên mirovan û NetewênYekbûyî bi hestiyar tev bigerin û bertek nîşanî êrîşên opozîsyonê bidin.
'Armanc şikandina vîna şoreşê ye'
Endama Rêveberiya Kongreya Star a Kantona Efrînê Şîraz Mehmûd jî têkîldarê mijarê wiha got, "Şerê li herêmê ketiya sala xwe ya 6. û di vê pêvajoyê de herî zêde jî êrîş bi ser bajêr û herêmên Kurdan pêk hatin. Êrîşa li dijî Şêxmeqsûd em şermezar dikin. Armanca van êrîşan ew e ku îradeya şoreşê bişkînin. Em ê tucar destûrê nedin vê yekê. Hêzên parastinê YPG/YPJ'ê û asayîşa me bi gel re di nav berxwedanê de ne. Serkertin wê ya gelê me YPG/YPJ'ê ye. Gelê me dê cihê xwe ber nedin û berxwedana xwe bidomînin."
(lç/rc)