KJA'ê ji bo Cizîr Sur û Nîsêbînê banga piştgirî li gel kir
09:09
Fîlîz Zeyrek/JINHA
EDENE - Hevkarên KJA'ê ya Edeneyê ji bo gelê Cizîr, Sur û Nîsêbînê dest bi kompanyaya alikariyê kir û bang li her kesî hate kirin ku xwedî li gelê berxwedêr bê derketin û banga hevpariyê hate kirin.
Kongreya Jinen Azad (KJA) ya Edeneyê û ji aliyê Koordinasyona Tirkiyê ji bo piştevaniya gelê Cizir, Sur û Nisêbînê kompanyaya alikariyê dan dest pê kirin. Kampanyaya ku bi dirûşmeya "Ji Cizirê heya Nisêrbinê, bi qeweta xwe ya cewherî bi diwarên Surê jiyana xwe bidin avakirin" hate destpêkirin di demek kin de li hemû der belav bû û bala her kesî tê kişandin. Welatî û esnafên Edeneyê jî ji bo piştevaniyê ketin nav hewldanê û piştgiriyê dan kampanyayê. KJA'ê ya Edeneyê ji bo kampanyayê bang li her kesî kirin ku piştgiriyê gelê Sur, Cizir û Nisêbînê bikin.
'Em ê di derheqê rojên zor de derkevin'
Endama KJA'ê Aysel Tekmen erdheja ku di 24'ê Cotmeha 2011'den ku li Wanê pêk hatibû bibîr xist û gok ku di wê demê de jî gelê me ji bo gelê Wanê kompanyaya alikariyê dabûn dest pê kirin û gel alaqeyek mezin nîşan dabû û got ku ew bawer dikin ku dê ge bi heman nêzîkatiyê nişanê kompayayê bide. Aysel anî ziman ku ew ji hesastiya gelê bi hêviye û got di serî de jî jin divê dest bavêje û piştgirî bide. Aysel bilêv kir ku bila yek bibe dilopek av û berde li ser agirê ku li Kurdistanê hatiyê pê xistin
'Eger em îro ne li cem gelê xwe bin em ê kengê li cem wan bin'
Endana KJA'ê Gule Bal jî bal kişand li ser konsepta şer a ku dewletê li Kurdistanê xistiyê dewrê û sivilan ketîl dike û got eger îro ew ne li cem gel bin dê kengê li cem wan bin û alikariya wan bikin. Gulê bang li her kesî kir ku xwedî li gelê kurd bê derketin û piştevaniyê xurttir bikin.
'Roj roja hevparî û yekîtiyê ye'
Hevseroka HDP'ê ya Edeneyê Suzan Kiliç bang li hemû gel û esnafên Edeneyê kir ku ji bo gelê Sur, Nîsêbîn û Cizîrê bibin yek û piştevaniya wan bikin. Suzan wiha dirêjî da axaftinên xwe: "Di şer de herî zêde jin û zarok zerarê dibînin û bi bandor dibin. Wek li hemû bajaran ev kompanya hatiyê dest pêkirin li Edeneyê jî hate dest pê kirin. Divê gelê me bi hesas nêzî vê bibin. Îro roj roja heparî û yekîtiyê ye. Eger îro em tişten nekin sibê wateya wê tune."
Suzan di dawiyê da zanîn ku kesên bixwazin piştgiriyê bidin kampanyayê bila serî li nûnertiya HDP'ê ya navend û navçeyan bidin.
(ho/rc)