Jinên ji DAIŞ rizgar bûyî di pença qirkirina mêrde ne
09:15
Vîldan Atmaca/ JINHA
WAN- Jinên ji Suriyê ji ber şert û mêrcen şer neçar mane ku koç bikin, li Tirkiyê rastî tacîza zayêndî, şîdet, taciza bi devkî û dibin pença qirqirina mêran de mane. Jin û zarokên ji ber êrîşên DAÎŞ'ê reviyane, niha jî dibin pençê qirqirina mêran de jiyan dikin û bi tirsa gafên ku wê wan radestî DAIŞ'ê bikin têkoşîna jiyanê didin.
Welatiyên ku ji ber şert û mercên şerên giran, neçar dimînin koçî welatên din bikin, di serî de jin û zarok têkoşîna jiyana zehmet didin. Zîhniyeta desthilatdariyê ku jin kiriye maxdûrê şer, li her qadê ku jin diçinê rastî tundî û êrîşê mêr tên. Jinên Suriyê ên ku neçar mane ji ber şer koç bikin, ji aliyê mêran ve wek firsendek tên bi kar anîn û keda wan tê dagirkirin. Li kolanên navçeyê Erdîşa Wanê, jin û zarokên ku bi cilên qetî digerin û parsiyê dikin, cardin bingeha zîhniyeta desthilatdariyê radixe berçavê me. Ligel ku Yekîtiya Ewropayê ji bo penaberan piştgiriya aborî dide, dewlet çavê xwe ji parsitiya penaberan û çûyîna wan yê ber bi fuhuşê ve digre. Zîhniyeta 'mêr dagir dike dewlet jî çav digre' bi xwe re avadike.
'Em rastî tacîza zayêndî û haqaretên mêran tên'
Jina bi navê H.C.(31) ku ji ber şerê Suriyê neçar maye bê navçeya Erdîşa Wanê li kolanan digere û parsîtiyê dike. H.C. wiha qala drama ku jiyan dike kir, " Em berî hertiştî mirovin. Wek her mirov em jî şerm dikin û hestê şermkirinê heye. Tevahî mêrên ku me ji wan alîkarî xwestî em tacîz kirine. Ji ber vê gelek caran ez ji xwe aciz dibim. Hevjinê min jiyana xwe ji dest da û ez neçar mam ku li ba tiyê xwe bijîm. Gelek car ji ber min parsitî nekir rastî şîdetê hatim. Bi daxwaza xwe li van kolanan nagerim û parsitiyê nakim. Bedena min tev ji ber lêdanê bûyê birîn. Ma em gelek dixwazin bi gerin û parsitiyê bikin. Na welahî billahi em naxwazin bi gerin û ez ji ber vê jî, jixwe gelek aciz dibim. Gelek car ez li derve dimînim û tiyê min, min girêdide. Tu riyê min ji vê pêda nînê."
'Eger ez parsîtiyê nekim dê min radestî DAIŞ'ê bike'
S.C (12) diyar kir ku saetên serê sibihê li ber roniyê trafiqê li pêşiya wesaîta parsitiyê dike û dûvre qala bûyerên ku jiyan dike kir. Zaroka bi navê S.C yê ku cilên li ser qetî û şimikê ku tenê tiliyê lingê wê digre li nava kolanan ser betonê digre li ber sermayê. S.C dest nîşan kir ku ew gava birçî dibe ji dikanê biskêwît û kola distîne û wiha xwe pê têrdike. S.C. got rojê tenê 50 -100 lîra kom dike û wiha berdewam kir: " Ez pere ku kom dikim êvarî didim apê xwe. Ez tevahî pereyê ku berhevdikim didim apê xwe lê ligel vê dibêje 'Kanî pere çima hindikin te çi kiriye ji peran. Eger tu pera hindik bînê ez ê te rêkim Helebê'. Carna jî gefên wek 'Eger tu pera neyînê ez ê te ji bo bomba zîndî bidim DAÎŞ'ê.' Ez naxwazim bimrim ji ber ku gelek mirovên me mirin. Ez naxwazim wek wan bimirim. Ji ber vê neçarim li gorî gotinên apê xwe tevbigerim."
'Xwezî riyê xelasbûnê hebûna'
S.C. wiha dawî li gotina xwe anî, "Carna wesayîtên ku li ber me disekinin 'fuhuşê' pêşniyar dikin. Pêşî pere didan dûvre destê min digirtin û di gotin 'Were li wesayîtê siwar bibê em ê pere gelek bidin te'. Gava ku min vê yekê nedipejrand, pereyên ku dane min cardin distandin. Dûvre dijûnan dikirin û diçûn. Xwezî riyê xilasbûnê hebûna û min ev kar nekiriba. Ev heya kengî dê wiha berdewam bike nizanim."
(dt/rc)