Şahîda Lîcê û Surê: Ew wê demê bi ser neketin wê vê carê jî sernekevin

09:18

JINHA

AMED - Jina bi navê Nîzame Kara ku di sala 1996'an de şahîditiya (govanî) valakirin û şewtandina gundên navçeya Licê û niha şahîdîtiya şewtandin û hilweşandina navçeya Surê dike, got ku çawa dewlet di sala 1996'an li Licê bi serneket îro li Surê jî bi ser nakev e û nagihin armanca xwe ya tune kirinê. Nazîme anî ziman ku hişmendiya dewletê ya li ser kurdan her tim wek hev e û got, "Dewletê her tim mal û werê me bi zilm û zordariyê da valakirin û şewîtan. Suleyman Demîrel û Tansu Çiller bi ser neketin Erdogan jî wekî wan bi ser nakeve."

Polîtîkayên dewleta tirk ya li ser gelê kurd ku di sala 1996'an de li gelek gundên navçeya Licê ya Amedê pêk hat û bi hezaran gund bi zorê hatin valakirin û bi deh hezaran welatî ji cih û warên xwe koç kirin. Welatiyên ku ji gundên xwe hatin koçkirin û bi salan e li navçeya Surê jiyana xwe berdewam dikin hene. Niha jî dewlet bi heman polîtîkayê bi hinceta "Qedexan", "Barîqat" û "Xendekan" cardin navçe tê valakirin û xaniyê sîvilan tên şewîtandin û hilweşandin. Dewlet bi zorê dîsa gel ber bi koçê ve dibe û zext li welatiyan dike.

Welatiyên ku ji ber zilma dewletê koç bûn û li Surê bi cih bûne bertek nîşanê projeyên dewletê yên li ser Surê dan û gotin ku ew tu carî dev ji malên xwe bernadin û ji bo dewlet projeyê xwe nêxe merîyetê dê li ber xwe bidin.

Jina bi navê Nîzame Kara ku şahîdîtiya komkujî , valakirin û şewîtandina gundên Licê kiri ye niha jî şahîditiya valakirin û dorpêça Surê dike. Nîzame anî ziman ku dewlet ji bo berjiwendiyê xwe nirxê dîrokî bin pêdike. Nîzame got ku gelê kurd dê xwedî li Sur û cihên din derkeve û warê xwe bi destê dewletê ve bernade.

Nîzameyê 80 salî zilm û zordariyên dewletê ku di salên 90'î de li ser gelê kurd dida meşandin bibir xişt û wiha axivî: "Berê Suleyman Demîrel û Tansu ÇÎller ji bo tune kirina kurdan ketin nav hewldanekî lê wan nekarî kurdan tune bikin. Gelo dê Erdogan û Dewîdoglu tune bike. Tu kes êdî nikare kurdan tune bike"

'Her çiqas çavê min nebînin jî ez Surê his dikim'

Nîzame ku li taxa Îskenderpaşayê ya Surê dijî got ku her çiqas ji çavên xwe kor be jî ew Surê ji dilê xwe his dike û wiha pê de çû: "Li Licê ji li Surê jî polîtîkaya dewletê yek e û heman hişmendi didin meşandin. Dewlet çawa Licê komkujî pêk anî niha jî heman komkujiyê li Surê pêk tîne."

'Divê kurd li dijî zilmê bibin yek'

Nîzame axaftina xwe wiha berdewam kir: "Di dema komkujiya Licê de Suleyman Demirel, Necmetin Erbakan û Bulend Ecevît hebûn, wan jî digotin ku em ê kurdan tune bikin lê çibû niha kurd bi xurtir in. Erdogan û Dawîdogulu jî heman tişt difikin. Bila ew baş bizanin ku ew jî kurdan têk nabin û kurd tune nabin. Divê em kurd ji salên berê bêtir piştên xwe bidin hev û li hemberî zilmê bibin yek."

'Ez tu carî erka xwe bernadim'

Nîzame bilêv kir ku ew heya vê temenê xwe li hemberî zilmê têkoşiyaye û dê ji îro şunde jî têkoşina xwe berdewam bike û dev ji erka xwe bernade.

(ho/rc)