Li Silopî zarokek hat qetilkirin
09:50
JINHA
ŞIRNEX - Li Silopiyê ku pêkanînên rewşa awarte car din di meriyetê de ye şevê din 2 xwişk û birayên ku di şaneşîn malê de dilîstin rastî êrîşa leşkeran hatin. Di gulebarana leşkeran de zarokek hate qetil kirin zarokek jî birîndar bû.
Li navçeya Silopiyê ya Şirneşê piştî bi navê "qedexeya derketina kolanan" êrîşên tevkujiyê ji nû ve destpê kir komkujiyên hêzên şer ên hikumeta AKP'ê bênavber didome. Şevê din 2 xwişk û birayên ku di şaneşîna mala xwe ya li Taxa Başakê de dilîstin rastî gulebarana leşkaran hatin. Di êrîşê de zaroka bi navê Rahîme Sanir (14) hate qetil kirin û birayê wê jî yê bi navê Murat Sanir jî (17) birîndar bû. Êrîşên tîmên taybet ên bi çekên giran a li taxê didome.
Li navçeyê di êrîşên duh yê nava rojê de jî 6 welatiyên din ji aliyê hêzên şer ên hikumeta AKP'ê ve hatin qetilkirin.
(rc)