Ji bo 4'ê Nîsanê hevkarên PYD'ê semîner lidarxistin

10:21

JINHA

HESEKÊ- Bi boneya 4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çalakî didomin, bi amadekariya jinên PYD'ê semînerek bi navê 'Rastiya Rêbertî' hate dayîn.

Bi boneya 4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, bi amadekariya jinên PYD'ê li Navenda Çand û Huner a taxa Miftî girêdayî bajarê Hesekê semînerek bi navê 'Rastiya Rêbertî' hate lidarxistin. Semîner ji hêla endama meclisa PYD'ê Leyla Sarûxan ve hate dayîn.

Bi amadebûna dehan ji jinên Saziyên Civaka Sivîl semîner bi deqeyeke rêzgirtinê destpêkir. Piştre Leyla Sarûxan rojbûna Abdullah Ocalan li tevahî gelan pîroz kir û wiha got: "Em bi rêbertiya rêberekî mîna Rêber Apo pir serbilind in, ku bi felsefe û ramanê xwe dixwaze tevahî civakên heyî ber bi jiyana azad ve bibe. Rêber Apo ji bo vê yekê têkoşîneke bêhempa daye û hîn jî dide meşandin, îro ji ber vê sekna xwe tecrîdeke girankirî ji aliyê dewleta Tirkiyê ve li ser tê meşandin, divê em vê tecrîdê qebûl nekin, xwedî li rêberê xwe derkevin û asta têkoşîna xwe bilindtir bikin."

Leyla wiha dirêjî da gotina xwe,"Îro dengê şoreşa Rojava li hemû cîhanê deng vedaye, bi taybet têkoşîna jinên leheng ku bûye mînaka jinên berxwedêr ji tevahî jinên cîhanê re. Ev hêz ji felsefe û ramanê azad ên Rêber Apo hatiye. Em ê heya dawiyê gavên xwe li ser vî fikirî bavêjin û serkeftinên mezin bidest bixin."

Semîner bi tilîlî û berzkirina dirûşme bi dawî bû.

(ee/hs/rc)