'Her tiş li holê ye dewlet malê min xirab kir'
11:15
JINHA
ŞIRNEX - Welatiya Şirnexê Beybûn Malgaz a di salên 90'î de hêzên dewletê 3 caran xaniyê wê şewitand û hevjînê xwe bi îşkenceyê di bin çavan de hat qetilkirin, niha jî xaniyê wê ji aliyê hikûmeta AKP'ê ve hat şewitandin. Beybûn, bertek nîşanî dewlete da û wiha got: "Dewlet li vir me rehet bernade. Di nava 23 salan de 4 caran xaniyê min hat şewitandin."
Hêzên dewletê li Hezexê di qexeya 44 rojan de gelek xanî xera kirin û wêran kirin. Gelek xanî şewitandin. Piştî qedexe rabû welatî dîsa li malên xwe û taxên xwe vegeriyan. Welatiyên li war û malên xwe vegeriyan rastî talankirin û wêrankirina hêzên dewletê hatin. Walatiyên rastî xerakirin û wêrankirinê hatin dîsa çîrokên wan ên salên 1990'an hatin bîra wan. Di salên 1990'an de gelek walatî ji cih û warên xwe koçber bûn, xanî û gundê wan hatin şewitandin û ji warên xwe sîrgûn bûn. Yek ji welatiya ku xaniyê wê gelek caran hat şewitandin û sirgûnî Hezexê bû welatiya bi navê Beybûn Malgaz e. Beybûn, di serdema Tansû Çîller û Suleyman Demîrel de 3'ê caran xaniyê wan ji aliyê hêzên dewletê ve hat xerakirin û şewitandin. Piştî koçber bûn û hatin li Hezexê bi cih bûn jî xaniyê wan ji aliyê îxtîdara AKP'ê ve hat xerakirin. Beybûn bertek û nerazibûn nîşanî nêzîkatiya dewletê ya li hemberî wan dimeşîne da û wiha got: "Min di temenê xwe yê 56 salan de gelek êşên giran dît. Niha jî tiştê herî min diêşînin ciwanên ji bo rêveberiya cewherî bedena xwe dan."
'Dewletê çend caran gundê me şewitand'
Beybûn a Koçer diyar kir ku dewletê heta niha 3 caran gundê wan şewitand û di çileyê zivistanê de li gel 6 zarokên xwe ew bê war û bê xanî hiştiye û wiha got: "Ji destpêka têkoşîna azadiya kurd heta niha ez di nava tevgerê deme. Min di destpêkê de fam nekir çiye. Piştre min dît ku evîna azadiyê ye. Ji ber ku di çavê ciwanên ku tevlî vê rêxistinê dibin de ronahî û evîn heye. Di salên 90'an de me jî berpirsiyariya xwe pêk anî. Mala me li li gundekî girêdayî Hezexê bû. Dewletê ewil gund xera kir. Me xaniyê xwe ava kir dewletê xera kir. Dewletê 3 caran gundê me şewitand. Em neçar man hatin li Hezexê bi cih bûn."
'Hevjînê min kuştin'
Beybûn, destnîşan kir ku her ew rastî tundî û zextên dewletê hatine û wiha berdewam kir: "Hevserê min bi dehan caran rastî îşkenceyê hat. Di îşkenceyê de hemû hestiyên wî hatin şikandin. Ji ber gundê me şewitand, em hatin li Hezexê bi cih bûn. Dema em hatin Hezexê jî dîsa bi ser malên me de girtin. Herî dawî hevjînê min hat binçavkirin û ji ber îşkenceyê jiyana xwe ji dest da. Di 23 salên dawî de 4 caran xaniyê min hat şewitandin. Hêzên dewletê 36 caran bi ser mala me de girt. Piştî hevjînê min hat kuştin jî dîsa dewletê ez rehet bernedam. Niha jî dewletê xaniyê min xera kir. Di dorpêçkirin û qedexeya derketina kolanan a Hezexê de dîsa hêzên dewletê xaniyê min şewitandin. Alav û amûrê min tev şewitandin. Talan kirin û wêran kirin. Ger ku ji destê min bihata min nedihişt xaniyê min bişewitînin. Lê niha dewlet dibêje "terorîstan" şewitandiye. Her tişt li holê ye. Dewletê xaniyê min şewitand. Ew çi dikin bila bikin ez ji doz û têkoşîna xwe venagerim."
(rc)