Li Silopiyayê Esra ya 2 salî hat qetilkirin
11:24
JINHA
ŞIRNEX - Esra Şalk a 2 salî ya li Silopiyayê ji ber topbaranê bi giranî birîndar bû û sewqî Êlihê hat kirin, jiyana xwe ji dest da.
Neviya Zulfiye Şalk a 70 salî ku di topbarana li hemberî taxên Zap û Barbarosê de hatibû qetilkirin Esra Şalk a 2 salî, piştî ku bi giranî birîndar bû ewilî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê û dûre sewqî Êlihê hat kirin. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, tevî hemû hewldanên li nexweşxaneyê jî Esra ya 2 salî jiyana xwe ji dest da.
Ji ber bomberdûmana heta niha li navçeyê 8 kesan jiyana xwe ji dest dane. Di nava kesên jiyana xwe ji dest dane de extiyar û zarok jî hene.
(rc)