Sîse ya 77 salî bi hinceta 'endama rêxistinê' ye girtin

11:26

JINHA

MÛŞ – Li gundê Badana Gimgimê pîra 77 salî ya bi navê Sîse Bîngol bi îdiaya ku "endamê rêxistinê" ye hat girtin.

Li navçeya Gimgimê ya Mûşê di çarçoveya operasyona leşkerî ya duh hat destpêkirin de leşkeran bi ser gundê Badanê de jî girtibûn. Ji 3'ê welatiyên ku di serdegirtina gund de hatin binçavkirin, pîra 77 salî ya bi navê Sîse Bîngol piştî karên li Fermandariya Cendermeyan a Navçeyê derxistin dozgeriyê. Sîsê bi îdiaya "endamê rêxistinê" ye sewqî dadgehê kirin û ji aliyê dadgehê ve hat girtin. Sîse şandin Girtîgeha Tîpa E ya Mûşê.

(rc)