'Em bang li tevahî jinan dikin ku tevlî rûniştina doza Çîlem bibin'

12:07

Filîz Zeyrek/JINHA

EDENE - Rûniştina doza duyêm yê Çîlem a ku hevjinê xwe ji bo parastina xwe kuştiye sibê ye. Dayîka Çîlem Emîne Dogan bang li tevahî jinan kir ku tevîl doza rûniştina Çîlem bibin.

Çîlem Dogana ku hevjinê wê xwestiye ew kaşî fuhuşê bike û rastî şîdetê dihat, ji bo parastina xwe hevjînê xwe Hasan Karabulut kuşt. Çîlema ku gotiye 'Ma wê hertim jin bên qatilkirin' rûniştina dozê wê a duyem dê sibê were dîtin. Rûniştina doza duyem wê li 10. Dadageha Cezayê Giran a Edenê bê dîtin. Çîlema ku di temûza sala derbasbûyî ve hevjînê xwe qetilkiriye, bi xwestina cezayê giran muebbetê te darizandin. Ji bo rûniştina dozê dayîka Çîlem Emîne Dogan banga tevlîbûnê li tevahî jinan kir.

'Ji bo neyê kuştin hevjînê xwe qetilkir'

Dayîka Çîlem, Emine Dogan got ku ew bangî tevahî jinan dikin bila ji bo piştevaniyê Çîlem tevlî runiştina doza bibin. Emine got: "Ji bo keça min nemire parastina xwe pêk anî. Tevahî kes şehide bê keça min çawa şîdet ji hevjine xwe didît. Keça min Çîlem her roj rastî şîdeta, psîkolojî, fîzîkî û aborî dihat. Peywirdarê apartmanê jî ev rastî li dadê got. Rojek jî cîranek din ê apartmanê bangî peywirdarê apartmanê kiriyê û gotiyê 'Dengê qîrînê ji mala Çîlem tê.' Peywirdarê wê demê diçe li deriye wan dide, gava derî vedibe Hasan Karabûlut di nava xwînê de derdikeve derve. Peywirdar di heman demê de diçe nava xenî, ku çi bibîne Çîlem di nava xwînê dirêj kiriye. Gava Çîlem derî li peywirdarê avahiyê diveke wiha di beje 'Eger gule di çek de xilas nebiba wê min li wir qetilkiriba'." Dayîk Emîne wiha domkir, "Bi dihan caran bi qundaxa çekê li keça min xistiyê"

'Em bang tevahî jinan dikin ku tevlî runiştina doza Çîlem bibin'

Emîne diyar kir ku Çîlem bi parastina xwe hêz daye tevahî jinên rastî şîdet û tuniyê tên û wiha pêde çû, " Hêviya min ew e ku di vê rûniştina dozê de heyeta dozê bi adalet tevbigere û Çîlem bi gihêje zaroka xwe. Ez ji ber vê spasî li tevahî jinan dikim."

(dt/rc)