Çete hember taxê Şêx Meqsûdê gazên kîmyewî bi kar tîne
12:50
JINHA
HELEB - Komên çete yên girêdayî opozîsyona Sûriyeyê ku li ber çavên hemû cîhanê êrîşên xwe yên li ser taxa Şêx Meqsûd didomînin, topbarana xwe dijwartir kirin û careke din gazên kîmyewî bi kar anîn.
Komên çeten ku ji meha Sibatê ve bê navber êrîşî Taxa Şêx Meqsûd a Helebê dikin, topbarana xwe dijwartir kirin. Piştî êrîşên 5 û 6’ê Nîsanê ku 19 sivîl hatibûn qetilkirin, çete îro jî êrîşên dijwar pêk tînin. Li taxê ku baran jî dibare, çeteyan gazên kîmyewî bi kar anîn û gelek welatî bi jehrê ketin. Welatiyên birîndar rakirin nexweşxaneyê. Topbaran didome.
Fermandariya Giştî ya YPG’ê beriya niha jî çend rojan ji Kordînasyona Şopandina Agirbesta Suriyeyê re name şandibûn û diyar kiribû ku çeteyan gazên kîmyewî bi kar anîne. Lê, heta niha ti hêzan dengê xwe nekirine.
(rc)