Di bin alavên xirabeyan de perçeyê cenazeyê jinek hat dîtin

14:07

JINHA

AMED - Piştî daxuyaniya ku li Sûrê 'operasyon bi dawî bû' alavên xirabe ji navçeyê dertînin û dibin herêmên vala. Di nav alavên xerabeyan de perçeyê cenazeyê jinek hat dîtin.

Li navçeya Sura Amedê li gel ku daxuyaniyên wek 'Operasyon bi dawî bû' hînjî dorpêç û êrîşê hêzên dewletê berdewam dike. Alavên ku ji navçê tên komkirin li araziya vala ya pişta Kampûsa Zanîngiha Dîcle tên vala kirin. Malbatên ku zarokên wan li Surê jiyana xwe ji destdane gotin ku dewlet dinav van alevên xirabeyan de qatlîama diveşerin. Li gorî agahiyên hatine wergirtin, îro jî dinav alavên xirabeyan de perçeyên cenazeyê jinek hatî dîtin. Mirovê kî ku serê sibihê dinav xirabeyan de hesin kom dikir rastî cenazeyê jinek hat. Mirovê ku xwest cenazê ji bin xirabeyan de derxe diyar kir ku tenê cenaze ji nav û jêrde heye. Piştî ragihandina walatiyan polîs hatin cihê bûyêrê û cenaze rakirin nexweşxanê, hat diyar kirin ku cenaze aîdî jineke.

Hat zanîn ku di heman cihê de berî niha jî mirov rastî perçeyê cenazeyan hatine.

(rc)