Artêşa Tirkiyê jinek yê bajarê Qamişlo birîndar kir

15:10

JINHA

QAMIŞLO - Îro li bajarê Qamişlo jina bi navê Fatma Cima Fetûş li Garaja Sinayî, bi guleya ku ji aliyê Dewleta Tirkiyê ve hate reşandin birîndar bû.

Dewleta Tirk bê navbera navçeya Nisêbîna Mêrdînê topbaran dike. Topbarana li ser Nisêbînê ji bajarê Qamîşlo a Kantona Cizîrê ve jî tê dîtin. Li ser bajar top û tank tê bikar anîn û hawanan diavjin. Beriya vê jî çend hewanên ku Tirkiyê avêtibû îsabetê Qamişlo kiribû. Herwiha dewlet kesên ku ber sînor diğerin gulebaran dike. Îro jî li Qamişlo jinek di encamê guleyê artêşa Tirkiyê birîndar bû.

Guleya ku ji aliyê din ê sînor hate avêtin bû sedema birîndarbûna jina 36 salî Fatma Cima Fetûş a ji bajarê Tirbespiyê ye. Fatima Cima Fetûş niha li nexweşxaneya Kelîmê ya bajarê Qamişlo tê derman kirin.

(hs/rc)