Rêxistina Sara bi daxuyaniyek êrîşên ser Şêx Meqsûd şermezar kir

15:22

JINHA

EFRÎN- Derbarê êrîşên çeteyên Opozisiyona Sûriyê ku ENSK jî di nav de cih digire, li ser taxa Şêx Meqsûd a bajarê Helebê, Rêxistina Sara ya li dijî şîdeta li ser jinê daxuyaniyek da.

Ev demeke tevî agirbesta ku li Sûriyê hatiye îlankirin hîn jî taxa Şêx Meqsûd a bajarê Helebê tê topbarankirin. Heya niha zêdetirî 60 kesan jiyana xwe jidest dane û 600 kes birîndar bûne. Di encama êrîşên ku ji aliyê opozisiyona Sûriyê ve ev demeke li ser taxa Şêx Meqsûd a girêdayî Helebê tên kirin, her roj sivîl bi awayekî hovane tên kuştin û malên wan tên xirakirin. Li beramberî van êrîşan tevahî cîhan bêdeng e. Rêxistina Sara derbarê van êrîşan de daxuyanî li ber avahiya xwe da. Bi tevlîbûna Navenda Jinê ya Zanist û Perwerdê, Rêxistina Mafê Mirovan, Weqfa Jina Azad li Rojava, Komeleya Êzîdiyan û Dayîkên Aştiyê daxuyanî hate xwendin. Daxuyanî ji hêla rêvebira Rêxistina Sara ya li dijî şîdeta li ser jinê Ranya Mihemed ve hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

"Êrîşên li ser gelê me li Şêx Meqsûd tên meşandin kiryarên dûrî mirovahiyê ne. Jixwe ev êrîş binpêkirina agirbesta ku li Sûriyê hatibû îlankirin e. Di encama van êrîşan de her roj gelê me rastî kuştin û koçberkirinê tê, her roj wêneyên bi êş ku zarok û jinên ducanê tên kuştin li ser ragihandinan tên xuyakirin. Di êrîşkirina çeteyên opozisiyona Sûriyê de gelê me li wir di rewşeke nebaş de ye. Her roj sivîl tên kuştin û mal tên xirakirin. Lê mixabin hemû cîhan li beramberî van kiryarên hovane bêdeng û bê helwest in.

Em wekî Rêxistina Sara bombebarana Şêx Meqsûd û kuştina sivîlan bi tundî şermezar dikin. Em bang li saziyên mafên mirovan dikin ku çareseriyeke bilez ji vê rewşa xeter re peyda bikin û hovîtiya ku tê kirin bidawî bikin."

(fr/hs/rc)