Rêveberên HDP'a Colemêrgê daxuyanî dan

17:06

JINHA

COLEMÊRG- Rêveberên HDP'ê a Colemêrgê bertek nîşanî êrîş û serdegirtinan dan û diyar kirin ku ew ê heya dawî çalakiyên xwe ên demokratîk berdewam bikin.

Li Colemêrgê polisan roja Çarşemê li ser avahiya HDP'ê de girtin û di encamê de Hevserokê HDP'ê Metin Besi Asim Ozcan Gokhan Ceyhan û Endamê HDP'ê Rahmî Kurt, tevî sê welatiyan girtibûn binçavan. Piştî girti sewqî Dadgeha Colemêrgê kirin Endamê HDP'ê Rahmî Kurt bi biryara dadgehê hat girtin. Li hember girtinan Rêvebirên HDP'ê bi daxuyaniyek çapemeniyê şermezar kir. Di daxuyaniyê de Hevserokê HDP'ê Metin Besi axivi. Metin diyar kir ku ew ê her tim mafê xwe yê demokratîk biparêzin û wiha got, "Em bi dest pê kê ew girtina li ser avahiya me ya HDP'ê pêk hati şermezar dikin roja çarşemê me xwest ku em mafê xwe yê Demokratik pêk bînin, ji ber ku ev çalakiyên bi vi rengi xwezayi û mafek mirovahiye ji ber wê ji em partiyek siyasi ne divê Hêzên Dewletê vê bizanin. Pêdivi pê nîne ku ew bi van kirina çavê me bitirsinin li Colemêrgê gelê me sedî 85 'an kesan dengê xwe da ye me ango em li vir vina gelê Colemêrgê temsil dikin. Divê ev wisa bê zanin hevalê me Rahmi Kurt hat girtin ev nayê wê wateyê ku em dê dest berdin ji xwe eve bi van kirina dixwazin ku çavê me bitirsinin. Lê em nayên van kirina em ê mafê xwe yên Demokratîk her tim bikar bi anin."

(zyd/rc)