Êrîşa hember Şêx Meqsûd dewam dike: 5 kes jiyana xwe ji dest da
19:10
JINHA
HELEB – Di êrîşên komên çete yên girêdayî opozîsyona Suriyeyê yên li ser taxa Şêxmeqsud de, 5 sivîlên din jiyana xwe ji dest da, 6 sivîl jî birîndar bûn.
Komên çete yên girêdayî opozîsyona Suriyeyê ku qaşo bi navê muxalefetê tevdigerin û îdîa dikin li gorî agirbestê tevdigerin, êrîşên xwe yên li ser Şêxmeqsud ku di 16’ê sibatê destpê kiribûn, didomînin. Li gorî nûçeyê ajansa ANHA'yê, di êrîşên îro de ku her cure çekên giran tên bikaranîn de, 5 sivîlên din jiyana xwe ji dest dan û 6 jî birîndar bûn. Êrîşên çeteyan didomin.
Li gel qurbaniyên dawî di êrîşên çeteyan ên 3 rojên dawî de, hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane derket 24’an. Hejmara kesên birîndar jî derket 86’an.
(rc)