Mamosteyên jin êrîşên dewleta Tirkiyê şermezar kirin

09:08

Ebîr Ehmed/JINHA

HESEKÊ - Mamosteyên jin ên bajarê Hesekê êrîş û kiryarên hovane ên dewlet û artêşa Tirkiyê şermezar kirin û gotin ew ê li hember pêk anînên ser Kurdan bê deng nemînin.

Li Bakûrê Kurdistanê li gel dorpêç û êrîşên dewleta Tirkiyê, binpêkirina mafan û pêkanînên îşkence jî di asta herî jor de ye. Mamosteyên jin ên bajarê Hesekê a Kantona Cizîr têkîldarê mijarê de bertekê xwe nîşan dan. Mamosteyên jin diyar kirin ku bingeha êrîşan îlankirina xweseriya demokratîke yê li herêmên Kurdistanê û îlankirina sîstema Federal Demokratîk a Rojava-Bakûrê Sûriyê ye û gotin armanc têkbirina hêzê gelê Kurde.

Cîgira Wezîrê Perwerdeya Kantona Cizîrê Jînda Hemo kiryarên dijî mirovahiyê a dewleta tirkiyê bi tundî şermezar kir û wiha got, "Dewleta Tirkiyê kiryarên dûrî mirovahiyê di derheqê gelê Kurd de pêk tîne. Dixwaze bi van êrîşan vîna gel bişkîne û gavên wan ji bo azadiyê têk bibe. Lê em dibînin ku li beramberî wan, gelê Kurd her cihek ji welat kiriye qadên azadiyê û serkeftinan bidest dixîne."

Mamosteya Ereb a bajarê Hesekê Bûşra Telal jî hovîtiya AKP'ê anî ser ziman û wiha got, "AKP'ê destpêkê berê xwe da Rojava û xwest ku gelê kurd ji doza wî paşve vegerîne. Lê dema ku li wir bi serneket û rastî berxwedana gel hat, dubare berê xwe da Bakûr û li wir komkujiyan bênavber pêk anî. Lê bila Tirkiyê baş bizane ku wekî li Rojava planên wî yên qirêj têk çûn dê li Bakûr jî bi vîn û îsrara gel planên wan vala derkevin û serkeftin dê bibe para gel."

Rêvebera Dibistana Idnan El Malkî Efaf Hesekê jî armanca Serokomarê Tirkiyê Tayîp Erdogan ji êrîşkirina li ser gelê Kurd şîrove kir û wiha got, "Ji bo her kesê pir eşkere ye ku dewleta Tirkiyê bi serkêşiya Erdogan û desteka DAÎŞ'ê êrîşên dûrî mirovahiyê li ser gelê kurd çêdike. Lê bi qasî van êrîşan jî em ê hîn zêdetir asta berxwedaniyê bilind bikin û li vir careke din qehremantiya gelê azadîxwaz li ser rûpelên dîrokê bineqşînin."

(hs/rc)