Di 10 Nîsanê de mîhrîcana xwendekaran destpê dike

09:10

Fîdan Rêzan/JINHA

EFRÎN- Di 10'ê Nîsanê de, dê Mîhrîcana Xwendekaran bi tevlîbûna xwendekar û beşek ji ciwanên Kantona Efrînê bi organîzasyona Komîteya Fêrkirin û Perwerdekirinê ya TEV-DEM'ê dest pêbike.

Amadekariyên ku ji meha Sibatê ji bo Mîhrîcana Xwendekaran li Kantona Efrînê destpê kiribû ber bi dawî ve diçin. Komîteya amadekar ragihand ku dê Mîhrîcana Xwendekaran di 10'ê Nîsanê de destpê bike. Rêvebira komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya TEV-DEM'ê û Endama Komîteya Amadekar a Mîhrîcanê Selwa Hemlûş armanca lidarixstina mîhrîcanê anî ziman û wiha got: "Armanca me ji vê mîhrecanê ew e ku em xwendekar û ciwanan ji çarçoveya teng a tenê xwendinê derxin û afirêneriya wan di beşên çandî, hunerî, spor û hwd derxînin holê û vê yekê li gel wan xurt bikin."

Sewla Hemlûş axaftina xwe wiha domand: "Mîhrîcan di 10'ê Nîsanê heya 12'ê wê li navçeyên Kantona Efrînê bi çalakiyên cuda li dibistanan destpê bike. Di 14'ê Nîsanê de wê li navenda Kantonê çalakî sê rojan bidomînin, ew jî li Peymangeha Şehîd Amara û Stada Yekîtiya Sporê bê çêkirin. Xwendekar û ciwanên ku ji navçeyan biserbikevin dê tevlî mîhrîcana navenda Kantonê bibin, wekî biryar jî dê ji bo kesên di roja dawî de biserbikevin şahiyek were lidarxistin."

Selwa axaftinên xwe wiha bidawî kir: "Em bi vê mîhrîcanê dixwazin afirîneriya ciwan û xwendekaran ên veşartî di qadên çand, huner, spor û hwd. derxin holê û xwesteka wan ji bo pêşxistina van çalakiyan xurt bikin, ji bo vê armancê dê her sal ev mîhrîcan bê li darixstin."

(hs/rc)