Rojnamegerên Jin: Em ê bi çalakiya xwe dîwarên bêdengiyê hilweşînin

09:13

JINHA

QAMIŞLO - Çalakiya ku bi pêşengtiya Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) û rojnamevanên Kantona Cizîrê yên Fedarasyona Rojavaya Suriyê ji bo balê bikişînin ser êrîşên li Nisêbîna Mêrdînê bi tevlîbûnên nû berdewam dike. Rojnamegerên jin ên ku tevlî çalakiya nobetê bûne diyar kirin ku ew ê bi çalakiya xwe dîwarên bêdengiyê hilweşînin.

Sazî û dezgehên çapemeniyê yên li Kantona Cizîrê ku li ser banga Yekîtiya Ragihandina Azad bi armanca balkişandina ser êrîşên hêzên AKP’ê yên li Nisêbînê ku car caran Qamişlo jî hedef digirin, çalakiya nobetê dabûn despêkirin. Çalakiya nobetê yê ku di 3'ê Nîsanê bi dirûşmeyê 'Ji bêdengiyê re na!' hatibû despêkirin bê navber berdewam dike. Rojnamegerên Jin ên li ser sînor tevlî çalakiyê nobetê bûne armanca nobetê ji ajansa mera vegotin.

'Em dixwazin dengê Nisêbîne bi cîhanê re parve bikin'

Nûçegihana Desteya Rêvebiriya Herêmî Evînda Hesen têkîldarê çalakiya nobetê wiha got, "Divê herkesek li gor hêzê xwe tevlî vê çalakiyê bibe. Ji bo em dîwarên bêdengiyê bişkênin em li ser sînor nobetê digrin. Em ê bi vê çalakiya xwe dîwarên bêdengiyê hilweşînin." Evînda îşare bi bêdengiya raya giştî yê li hember êrîşên ser herêmên Kurdistanê kir û wiha pêde çû, "Em dixwazin li vir çi diqawme ji cîhanê re ragihînin. Lê divê raya giştî, bi taybet çapemeniya cîhanê li hember vê yekê bêdeng nemîne. Li kêleka me dewleta Tirkiyê li ser bajarê Nisêbînê bi tang û topan êrîş pêk tîne. Ne tenê mirovan qetildikin di heman demê de bajar jî xirab dikin."

'Em jî rastî êrîşên dewleta Tirkiyê tên'

Evînda da zanîn ku ew jî rastê êrîşên dewleta Tirkiyê tên û wiha domkir, "Ji dema êrîş li ser Nisêbînê destpêkirine, em rojnamevanên Rojava van bûyeran li ser sînor dişopînin. Lê carna li ser me jî guleyan direşînin." Evînda mebesta çalakiya nobetê 'Ji Bêdengiyê re Na' wiha rave kir, "Çalakiya nobetê 6 roje berdewam e. Îro em sê rojnamegerên jin hatine sînor û li vir nûçeyan dişopînin. Em dixwazin dengê Nisebîne bi cîhanê re parve bikin. Bila cihan li hember van bûyeran bêdeng nemînin. Daxwaziya me ji rojnamevanan jî ewe ku werin li vir bi kamera, bi pênûs û wêneyên xwe tevlî çalakiya me bibin û tiştên li vir diqewimin raghînin."

'Erka Rojanamevaniyê rastî raghandine'

Ji rojnamgerên jin Viyan Îsmaîl diyar kir ku ew ê raghandina azad neyê bêdeng kirin û wiha got, "Em wek nûçegihan hatine bûyerên li Nisêbînê diqewimin, bişopînin. Li ser Nisêbînê êrîşen dijwar pêk tên. Divê hemû rojnamevanên jin werin li vir van êrîşan bişopînin û bixwe bibînin. Ev erka me ya rojnamevaniyê ye ku rastiyê raghînin. Ez wek jinek û wek rojnamevanek dixwazim xwedî li Nisêbînê derkevim."

(lç-bs-gb/rc)