Dayika fîlîz Şaybak: Dewlet ji hêza jinan ditirse û bi derewam hêza xwe dide nîşandan

09:14

Nişmiye Guler/JINHA

WAN – Malbata Endama YJA-Starê Fîlîz Şaybak (Avesta Harûn) a ku çapemeniya aligir wek endama YPS-JIN nîşanda bû û hedef girtî bû bertekên xwe nîşanê nûçeyên ne rast dan. Malbata Şaybak bi tundî got, “Ji ber dewlet ji hêza jinê dîtirse dixwaza jinê wiha bêdeng û tune bike nûçeyên derew diweşîne.”

Piştî ku li gelek bajarên Bakûrê Kurdistanê rêveberiya xweser hate ilankirin û di pêşengiya YPS-JIN de li hemberî dorpêçên dewleta tirk berxwedanek bêhempa hata nîşandan. Dewleta ku bi tu awayî nikare bikeve taxên berxwedanê û hêza gel bişkinê bi nûçeyên derew jinên berxwedêr hedef digire û hêza xwe nîşan dide. Rojnameya Milliyetê di rojên borî de di derbarê Endama YJA-Starê Fîlîz Şaybak (Avesta Harûn) nûçeyekî wek “Taxa Dicleyê ya Li Şirnexê Fermandara PKK’ê ye bi hêz ji aliyê tîmên taybet ve hate kuştin” hate weşandin û nûçe di rojevê de cihê xwe girt. Piştre derket holê ku Filîz Şaybak ne li Şirnexê li Kobanê di encama şer a li hemberî çeteyên DAIŞ’ê jiyana xwe ji dest daye. Malbata Fîlîz bertek nîşanê nûçeyên Rojnameya Mîlliyetê dan û gotin ku keça wan berxwedêra mîrovahiyê bû, ji bo mirovahiyê heya dawiya jiyana xwe li ber xwe daye.

‘Dewlet ji hêza jinê ditirse’

Dayika Fîlîz, Hayriye Şaybak (73) anî ziman ku ji ber dewlet ji hêza jinê ditirse û berxwedana jinan nikarê bişkinê bi êrîşên derûnî nêzî wan dibin. Hayriye li ser jiyan û sekna keça xwe ya li hemberî jiyanê bi van hevokan anî ziman: “Avesta zaroka min a herî biçûk û şîrîn bû. Bi rûkenî û zarşîrîniya xwe bala her kesî dikişand. Li ser xwe û di nava civakê de pir dihat hes kirin. Keça min ji zarokatiya xwe heya mezinbûna xwe her tim jinek bi çeleng û zana bû."

'Keça min pêşiya dû salan jiyana xwe ji dest da'

Hayriye di berdewamiya axaftina xwe de qala sedema tevlîbûna keça xwe kir û wiha got, "Avêsta ji birayê xwe ya ku tevlî PKK’ê bûyî gelek bi bandor bû û her tim digot ‘Eger mêr bikaribin şer bikin, dê jin ji bo azadiya xwe şer bikin’ û piştî birayê xwe şehîd ket tu kes nikarî pêşiya Avêsta bigire û di demek kin de ew jî berê xwe da nav refên PKK’ê. Avêst di maha îlona 2014'an de bi pênç hevalên xwe re di şerê li hemberî DAİŞ'ê jiyana xwe ji dest da. Dewlet dibêje ku wê li Şirnexê kuştine. Ev ne raste ew li Kobanê şehîd ket û me wê bi destê xwe defin kir.”

'Avesta niha cihê xwe azad bibîne li vire'

Hayriye wiha bertek nîşanê nûçeyên medyaya alîgir kir, “Cenazeya Avêsta di sala 2014’an de li Wanê bi girseyî me defin kir û ez ji şehadeta keça xwe û şûnde her roj diçim ser goristana wê. Dema ku min nûçeyan de kuştina wê bihist ez matmayî mam. Wêneyê Avêsta li ser rojnameyê hatibû dayin em pê gelek bi xemgin bûn. Bila dewlet dev ji wan derewan berde. Ewê nikarin berxwedana gel bişkinin û hêza xwe bi derewan nişan bidin. Keça min niha li cihê azad e.”

(hk/ho/rc)