‘Eger greva birçîbûnê bigihe asta rojiya mirinê berdelên giran wê bên dayîn’

09:16

Ozlem Çîçek/ JINHA

STANBOL - Hevseroka TUAD’ê Sureya Aydın daxwazên girtiyên PAJK û PKK’ê ên ku di girtîgehên Kurdistan û Tirkiyê de ku ji bo piştgiriya berxwedan gelê kurd dest bi greva birçîbûnê kiribûn diyar kir ku eger greva birçîbûnê bigihe asta rojiya mirinê berdelên giran wê bên dayîn.

Konsepta şer a Qesrê û desthîlatdariya AKP’ê li ser çand, dîrok û zimanê gelê kurd û berxwedana gelê kurd ya li dijî ve tunekirinê li Kurdistanê her ku diçe dijwartir dibe. Gelê kurd li hemberî êrîşên komkujiyê û tecrîta li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, bi berxwedana rêveberiya xweser bersîv dide hemû êrîşan. Girtiyên PKK û PAJK’ê ên ku di girtîgehên Kurdistan ûTirkiyê de tên girtin, jî ji bo piştgiriyê bidin berxwedan gelê kurd bi berxwedana greva birçîbûnê gelê kurd silav dike.

Hevseroka TUAD’ê Sureya Aydin berxwedana greva birçîbûna girtiyên di girtîgehan ku di 5’ê Aderê dest pê kir nirxand. Sureya anî ziman ku daxwaza girtiyên dest bi grevê kirine ji aliyê platformeke hevpar bê bidest histin û nirxandin. Sureya got ku eger ev çalakiya greva birçîbûnê bigihe asta rojiya mirinê dê encam gelek giran derîne holê. Lewra demildest daxwazin girtiyan binirxinin û bên bicih kirin.

'Tecrît ji Îmraliyê dest pê dike û li gelê kurd belav dibe’

Sureya di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku Tecrît ji Îmraliyê li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dest pê dike û heya gelê kurd belav dibe. Sureya got ku tecrîta li ser Abdullah Ocalan girtiyên di hemû girtîgehan jî bibandor dike û wiha axivî: “Piştî ku masaya muzakereyan hat qulbandin di mala girtiyan de zext û zordarî her ku çû zêde bû. Heya niha girtî ji bo mefên xwe 3 caran biryara grevê dan û dest bi grevê kirine. Grêva birçîbûnê ku di 14’ê Tirmehê de bê dem dest pê kir ji ber pirgirêk nehatin çareserkirin û daxwazên girtiyan nehatin bicihkirin girtiyan di 5’ê Adarê de cardin dest bi grevê kirin"

Sureya di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku Tecrît ji Îmraliyê li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dest pê dike û heya gelê kurd berdewam dike. Sureya got ku tecrîta li ser Abdullah Ocalan girtiyên di hemû girtîgehan jî bibandor dike û wiha axivî: “Piştî ku masaya muzakereyan hat qulbandin di mala girtiyan de zext û zordarî her ku çû zêde bû. Heya niha girtî ji bo mefên xwe 3 caran biryara grevê dan û dest bi grevê kirine. Greva birçîbûnê ku di 14’ê Tirmehê de bê dem dest pê kir ji ber pirgirêk nehatin çareserkirin û daxwazên girtiyan nehatin bicihkirin girtiyan di 5’ê Adarê de cardin dest bi grevê kirin.”

'3'ê daxwazê girtiyan hene’

Sureya diyar kir ku girtiyên dest bi grevê kirine 3'ê daxwazên wan hene û wiha qala daxwazên girtiyan kir: “Girtî ji 5’ê Adarê ve dest bi grevê kirin û 10 girtiyên PKK û PAJK’ê ji bo dawî li grevê bînin 3 daxwazên wan hene. Girtî dixwazin ku tecrîta li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan rabe û sekreterya cardin bê avakirin û rêveberiya xweser bikeve meriyetê û girtiyên nexweş bên dermankirin e. Eger ev daxwaz bên bicihkirin dê girtî dawî li greva xwe bînin.”

'Nêzîkatî bi keyfî û dijî zagonan in’

Sureya bal kişand li ser nêzîkatiyên li hemberî girtiyên di grevê dene û got ku nêzîkatiyên li girtiyan tên kirin bi keyfî û dijî zagonan in. Sureya destnîşna kir ku dewlet ji bo berxwedana girtiyan bişkînin bi grevê re wan sirgûnên girtigehên cûda dikin.

(ho/rc)