Festîvala 'Em jiyanê bi giyayên xwezayî nûbikin' hat li daristin
10:46
JINHA
HELEPÇE - Duh li bajarê Helepçeyê bi dirûşma "Em jiyanê bi giyayên xwezayî nûbikin" festîval hat li darxistin.
Duh li bajarê Helepçeyê a Herêma Federal ya Başûrê Kurdistanê bi pêşengiya rêxistinên Nû ji bo Parastina jînge (ekolojî), Rêxistina Mafên Jinan û Rêxistina Aramî ji Xwezayê re, bi dirûşmeyê 'Em jiyanê bi giyayên xwezayî nûbikin' 3. festîvala giya û xwezayî hat li darxistin. Festîvala ku bi reng û kedê jinan hatî amede kirin rastî eleqeyek mezin hat.
Jinên ku tevlî festîvalê bûne diyar kirin ku armanca wan ji van festîvalan di demsala biharê de, vekirina bazerek ji berhemên xwezayî ye û gotin bi taybet jî giyayê xwezayî esas digrin. Jinan her wiha dan zanîn ku armanc jiyan û xwezayê kirine yeke û eleqeyê mirovan li hember gîhayên xwezayî zêde kirine.
Jinên ku tevlî vê festîvalê bûne berhemên xwe yên xwezayî pêşkeş kirin. Her wiha jinên ku tevlî festîvalê bûne, di bazara Seyrangeha Qilîcê de jî berhemên xwe difroşin û aboriya xwe yê serbixwa avadikin. Di bazara Seyrangeha Qilîc de jin tenê gîhayên xwezayî difroşin.
Festîvala jinan piştî ku jin berhemên xwe pêşkêşkirin duh bi dawî bû.
(şb/rc)