Ji bo 25 hezar malbatên Cizîrê banga alîkariyê

10:56

JINHA

ŞIRNEX - Li Cizîra ku 79 roj di êrîşên hêzên dewletê de ma kampanyaya piştgiriya bi gel re berdewam dike. Heya niha hewcehiyê xurekê ya 2 hefteyên nêzîkê 15 hezar malbatî hat pêşwazîkirin û 25 hezar malbat hêj li benda piştgiriyê ye. Xebatkarên dildar ên Komaleya Piştgiriyê û Alîkariyê ya Rojava diyar kirin ku bi her pakêtê alîkariyê dê hewcehiya heftane yê malbatekî pêşwazî bike û bangawaziya piştgiriyê kirin.

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexa ku 79 roj di bin êrîşeke giran de ma piştgiriya bi gel re bi hemû leza xwe berdewam dike. Alîkariyên ku bi pêşengiya Komaleya Piştgirî û Alîkariyê ya Rojava tên berhevkirin ji bo bigihêje gelê Cizîrê jî xebateke bêhempa tê meşandin. Alîkariyên ku tên berhevkirin jî li depoyekê navendî ji aliyê komaleyê ve tê komkirin û tax bi tax li gel tên belavkirin. Malbatên Nisêbîn, Silopî, Xezex û Şirnexê ku ji ber êrîşan neçar man malên xwe biterikînin jî li navçeya xwedî 200 hezar niştecihê ye bûn û hêjmara kesên li navçeyê dimînin gihişt 250 hezarî.

Heya niha ji bo 50 hezar kesî alîkarî hatin berhevkirin. Endamên komaleyê jî giraniya xwe didin ser taxên Cudî, Nûr, Yafes û Sûrê. Hewcehiyên malbatên taxên Yafes û Sûrê hema hema hatin pêşwazîkirin lê yên taxên din hêj nîvco mane. Ji 40 hezar malbatî 15 hezaran re heya niha alîkarî hatine kirin.

Di serî de rûn, şekir, birinc, xurînî niha hewcehiyên sereke yên malbatan e.

Ligel xebatkarên şaredarî û Komaleya Rojava welatiyên ji Komara Domînîkê, Almanyayê û Meksîkayê hatine jî bi awayek dildar beşdarî kampanayayê dibin.

Welatiyê bi navê Mahmur Duru ku bi temamiya rojê di depoyan de ji bo piştgiriyê dixebita diyar kir ku ew ji ber ku zexîre û xuriniyên bi sînor tên di belavkirinê de pirsgirêk dijîn. Mahmur bang li her kesî kir da ku piştgirî bidin gelê Cizîrê û wiha got: "Her pakêtê alîkariyê dê ji bo pêşwazîkirina hefteyekê ya malbatan pêşwazî bike. Her wiha êşa gelê Cizîrê jî kêmtir bike."

(rc)