JINHA Rojava di çalakiya nobetê ya sînor de ne
12:57
JINHA
QAMIŞLO - Nobeta rojnamevanên Rojava ya bi navê ‘Na ji bêdengiyê re ‘ di roja 6'an de didome. Çalakiya nobeta îro nûçegihanên JINHA Rojava dewir girtin.
Hemleya rojnamevanên Rojava a bi navê ‘Na ji bêdengiyê re ku Yekîtya Raghiandina Azad di 3’ê Nîsanê de ji bo şopandina êrîşên li ser navçeya Nisêbînê û hewldana şikandina bêdengiya navnetewî ya li hember van êrîşan daye destpêkirin, di roja 6'an de didome. Îro jî koma rojnamevanên JINHA Rojava çalakiya nobetê a 5. dewr girt. Rojnamevanên JINHA Rojava diyar kirin ku serê sibe seat 06. 15 an de artêşa Tirkiyê bi çekên giran êrîşê Nisebînê kir. Rojnamevanên JINHA Rojava dan zanîn ku leşkeran bi dozeran xaniyê welatiyan xirab dikin û gotin ji vê sibê de bê navber êrîşên bi hewan û tangan dewam dike. Her wiha rojnamevanan anîn ziman hewana 120 jî saet 11.11'an de li taxek a bajarê Qamişlo ketiye û gotin bi şansî kes zerar nedîtiye.
Çalakiya nobetê berdewam dike.
(bs-gb/rc)