Azadiya Welat û DÎHA hat asteng kirin

13:42

JINHA

AMED – Malpera rojnameya Azadiya Welat û DÎHA'yê ji aliyê TÎB’ê ve hat qedexekirin û sansurkirin.

Piştî daxuyaniyên Serokomar Recep Tayîp Erdogan û berpirsyarên AKP’ê yên li hemberî Çapemeniya Azad navnîşana malpera rojnameya Azadiya Welat ji aliyê Serokatiya Ragihandina Telekomînasyonê (TÎB) ve hat qedexekirin û sansurkirin.

Azadiya Welat ji ber ku hovîtiya AKP’ê ya li hemberî gelê kurd radixe ber çavan her tim ji aliyê rayedarên AKP’ê ve hedef tê girtin. Azadiya Welat ya ku herî dawî li ser navnîşana malpera bi navê ‘azadiyawelat.biz’ weşana xwe dikir di 24’ê tîrmeha 2015’an de ji aliyê TÎB’ê ve hat qedexekirin û sansurkirin. Azadiya Welat ya ku her tim rastî qedexe û astengiyên desthilatdariya AKP’ê tê heta niha li ser navnîşanên malperên wekî awelat.com, azadiyawelat.biz, azadiyawelat.com, azadiyawelat.net û azadiyawelat.info weşana xwe kiriye.

Li aliyê din li hember Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) hewldanên sansur û qedexekirinê bênavber didomin. Ji bo wehşet, komkujî û rastiya şer ranegihîne raya Tirkiyeyê û raya cîhanê ji aliyê Serokatiya Ragihandina Telekomunîkasyonê (TÎB) berê 33 caran navnîşanên DÎHA'yê hatin astengkirin û sansurkirin û niha jî TÎB 34. navnîşana (diclehaber.win) asteng kir.

Hat hînbûn ku li ser lînkê www.diclenews.win ê dikarin nûçeyan bişopînin.

(rc)