Çete cardin çekên kîmyewî bikar anîn
13:56
JINHA
HELEB - Komên çete yên Koalîsyona Sûriyeyê îro carek din bi çekên kîmyewî êrîşî taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê kirin. Di encamê de 2 kes bi jehrî ketin.
Komên çete yên Koalîsyona Sûriyeyê ku ENKS’ê jî endamek wê ye îro dîsa bi çekên kîmyewî êrîşî taxa Şêx Meqsûd kirin. Ji ber gazê 2 welatî bi jehrê ketin.Welatiyê bi navê Ezîz Hemo Cimo ku jehrî bibû û li navenda tenduristiyê ya Heyva Sor a Kurd dihat dermankirin, diyar kir ku dema topbaranê dest pê kir, ew li mala xwe bû û îro dema ku xwestiye derkeve bêhnek genî bêhn kiriye, gêj bûye, mîda wî xeliyaye û bêhna wî teng bûye. Ezîz da zanîn ku çewan ew bêhin sitandiye fêmkiriye ku çekên kîmyewî bikar anîne û got ew bi yekser paçek şil daye ber rûyê xwe.
Şêniyên taxê gotin ku wan madeyek bi rengê zer li ser parçeyên bombeya gazê dîtin. Hêjayî gotinê ye, piştî ku çeteyên DAIŞ’ê duh di êrîşên xwe de 2 caran çekên kîmewî bikar anîn îro jî carek din ev çek bikar anîn. Di encama êrîşan de 6 welatiyên sivîl jehrî bûn. Koma çete ya bi navê “Artêşa Îslamê” jî îro bi riya daxuyaniyekê ,li xwe mikur hat ku wê li hemberî kurdên li taxa Şêx Meqsûdê çekên qedexekirî yên kîmyewî bikar anîne.
(rc)