1. konferansa Yekîtiya Ciwanên Kobanê dewam dike

15:32

JINHA

KOBANÊ - Îro li Kantona Kobanê 1. Konferansa Yekitiya Ciwanan li salona Meclîsa Zagonsaz a bajêr tê lidarxistin.

1. Konferansa Yekîtiya Ciwanên Kobanê li Salona Meclîsa Zagonsaz a Kantona Kobanê tê lidarxistin. Salona konferansê bi posterên kesên jiyana xwe ji dest dane, posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatiye xemilandin. Di konferansê de tevî nûnerên ku ji Girê Spî beşdarbûne 300 delege amede ne. Herwiha nûnerên hemû saziyên Kantonê beşdar bûne. Mêvan ji kantona Cizîrê jî di konferansê de cih girtin. Konferans bi deqeyeke rêzgirtin destpê kir. Paşê 5 kes ji bo dîwanê hatin hilbijartin û piştî hilbijartinê axaftin hatin kirin.

Rêvebera TEV-DEM'ê Rûken Ehmed di konferansê de axivî û pêk hatina konferansê li tevahî ciwanan pîroz kir û wiha got, "Di serî de pêk hatina konferansê li Rêber Apo û tevahî şehîdên şoreşê pîroz dikin. Herwiha li şervanê YPG-YPJ'ê jî pîroz be. Li tevahî gelê bakûrê kurdistanê ku di nav dorpêça şer de li hember dewleta dagirker a tirk li berxwe didin, pîroz be. Îro dewleta tirkiyê nikare di kolanan de bi rehetî tevbigere ji ber li pêşberî wan ciwanên egîd şer dikin. Jixwe karakaterê ciwanan ji bo her şert û mercê mûsayîd e. Dema were xwestin bi çek şer dikin, bê xwestin di nav siyaset û xebatên aboriyê de pêşnegtiyê dike."

Li ser navê YPG'ê Cemîl Mezlûm axifî û da zanîn ku yekemîn care li Kantonê konferansa ciwanan tê lidarxistin û got ev bersiveke dîrokî ye li dijî dagirkeran. Cemîl wiha dirêjî da gotina xwe, "Di hemû şoreşan de ciwan avakarên sîstemê ne. Di 5 salên şoreşa Rojava de jî ciwanan ev hêza xwe nîşan dan û di şoreşa Suriyeyê de jî rola wan her ku diçe diyartir dibe. Li Serêkaniyê, Efrînê û Kobanê gelek ciwanên pêşeng derketin. Divê ciwan rêxistina xwe xurt bikin. Em jî xwe wekî rêxistina ciwanan dibînin. Ya girîng rêxistinkirina ciwanan û tevlîbûna wan a di nava şoreşê de ye. Îro di nava YPG-YPJ'ê de ne tenê ciwanên Kurd hene, asta YPG'ê mezin bûye û her pêkhate tevlî dibin. Em hêvî dikin ku her ciwanek li vir bi ruhê berxwedanê û berpisyariyê tevbigre. Bi rihê berxwedana Şêx Meqsûd em liberxwe bidin. Divê were zanîn ku berxwedana Şêx Meqsûd wek berxwedana Kobanê ye û em xwedî lê derkevin."

Li ser navê desteya Ciwan û werzîşê Almaza Romî axivî. Almaza diyar kir ku ew pêk hatina konferansê diyarî tevahî ciwanan dike û wiha got, "Em yekemîn konferansa yekîtiya ciwanên Kobanê li hevalên ku di çeperên şer de şerdikin pîroz dikin. Ciwan bi ruhê Kemal Pîr û Heqî Karer tevlî pêvajoyê bibin. Rêber Apo jî dide diyarkirin ku ciwan hêviya azadiyê û hêviya serkeftinê ne"

Li ser navê Rêberiya xweser Şervan Mûslum axivî. Şervan di axaftina xwe de îşare bi girîngiya pêvajoyê kir û got: "Ciwan dikarin agirê misogeriya sîstema federal Demokratîk a Rojava-Bakûrê Sûriyê ava bikin. Em li vir berxwedaniya ciwanên li Bakûrê Kurdistanê jî silav dikin."

Di serî de belgeyek ji nêrînên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a ku ciwanan dinirxîne hate xwendin, paşê raporên kordînasyona Ciwanan a xebatê salekê û ya jinên ciwan jî hate xwendin. Konferans bi nîqaşên li ser raporê berdewam e.

(rê/jf/rc)