Ji Şaredariya Êlihê proja jinan

15:44

JINHA

ÊLIH - Meclîsa Lîjneya Jinan ya Şaredariya Êlihê civîna xwe yê du heyvan pêk anîn.

Meclisa Lîjneya Jinê Şaredariya civîna xwe a plansaziya xebata du heyvan pêk anî. Civîna ku li salona Şaredariyê hat kirin hemû endamên heyetê tevlî bûn. Di civînê de bi teybetî li ser projên wek Çandina Jina a Gunda , Suka Jinan a Aborî û Bazara Gunda a jina hat nirxandin. Hevşaredar Gulîstan Akel di civîne dê axîvî û wiha got: "Bi aboriya komînal em xebatên xwe rêvebibin û jiyanê avabikin. Me soza vê projê daye û destnîşan avet bînê projê. Ji van 3'ê projê ku me destnîşên avetî binê wan yek jê Bazara Gunda ya Jina ye."

Gulîstan diyar kir ku armanca wan berhemên ku ji gund tînin li bazarên bajêr firotine û wiha domkir, "Armanca bazara gunda ew e berhemên gunda li bajaran bên firotine û jin aboriya xwe pêşwazî bike. Divê em wek hilbijêran vê projeyê di nava civakê de belavkirin û qadên xebatê firehkirine."

Civîn bi nêrîn û pêşniyarê jinan bi dawî bû.

(dt/rc)