Ceylan Sayar bi tilîliyan hat oxir kirin

16:31

JINHA

WAN - Cenazeyê endama YPS-JIN Ceylan Sayar a ku li Şirnexê di berxwedana xwerêveberiyê de jiyana xwe ji dest da, li Seravê ji aliyê bi sedan welatiyan ve hate oxirkirin.

Cenazeyê endama YPS-JIN Ceylan Sayar (Rengîn Şerefxane) a ku li Şirnexê di berxwedana xwerêveberiyê de jiyana xwe ji dest da û cenazeyê wê bi rojan li morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê hat rawestandin, li Taxa Şerefxane ya Seravê ji aliyê bi sedan welatiyan ve hate oxirkirin. Cenazeyê Ceylan ê ku ji navenda Wanê anîn navçeya Seravê, li Taxa Mollahasan a navçeya Qelqeliyê ji aliyê bi sedan welatiyan ve hate pêşwazîkirin.

Cenaze li gel karwanê wesayîtan birin Taxa Şerefxane û di ketina gund de ji aliyê bi sedan welatiyan ve hate pêşwazîkirin. Girse bi dirûşma "Şehîd namirin" û bi tililiyan darbesta Ceylan dan ser milan û li goristana taxê spartin axê.

(rc)