Jin li Wanê bertek nîşanî belevokên sîxuriyê dan

09:08

JINHA

WAN - Polîsan li taxên Wanê bi wesayîtê zirxî belevokên 'Werin em ji terorê re bi hev re bêjin bes e' belav kir. Jinên Wanê bertek nîşanî belavkirina belavokan dan û wiha gotin, "Vîna ku bi komkujiyan nekarîn têk bibin vê carê dixwazin bi riyê perayan bigrin. Wek gelê Kurd em ê ti car serî li hember polîtîkayên dewletê ne dayînin."

Hikumeta AKP'ê ku li Kurdistanê şerê tevkujiyê dimeşîne ji bo di vî şerî de biserkeve serî li hemû riyên qirêj û derveyî rûmeta mirovahiyê dide. Li gel şerê psîkolojîk hikumeta AKP'ê hewl dide sixûrî û nokeriyê di nav gel de belav bike. Li taxên Xoçort û Yunîplîk ya bajarê Wanê polîsan bi wesayîtên zirxî belavokên ku bi sernavê "Werin em ji terorê re bi hev re bêjin bes e" hatî nivîsîn, lîsteyên bi rengên sor, şîn, kesk, tirincî û gewr hatine xêzkirin cih digirin û ji bo kesên sixûrtiyê bikin ji 300 hezar TL heya 4 milyonan xelata pere tê dayîn. Jinên Wanê diyar kirin ku wesayîtên zirxî heya derengiya şevê nava kolanan gerîne û dijûn kirine û ketin û derketinan lêkolîn kirine. Jinên taxê diyar kirin ku ligel şerê derûnî dixwazin rêbazên sîxuriyê bixin dewrê û wiha gotin, "Vîna ku bi komkujiyan nekarîn têk bibin vê carê dixwazin bi riyê perayan bigrin. Wek gelê Kurd em ê ti car serî li hember polîtîkayên dewletê ne dayînin."

'Ji min dixwazin ku ez îxbar li zarokên xwe bikim'

Sabîha Gencer diyar kir ku hikûmeta AKP'ê bi polîtîkayên sîxuriyê ew ê negêje tu armancê û wiha got, "Polîsan tevî wesayîtên zirxî belavok avêtin ber deriyên me. Min yek rakir da ku binêrim, ji ber xwendin û nivîsandina min nîne, zarokên min xwendin ji min re. Dibêjin 'terorê gilî bikin em ê beramberê wê pere bidin we. Teror kiye, ji zarokê min re dibêje teror. Ew bi xwe terorin. Polîs bi şev û roj li nava taxan digerin. Ew difikirin ku bi dîtina wesayîtên zirxî em ditirsin. Em hînê van zilman bûne. Lê em teslîm nebûn û em nebin jî."

'Divê gelê Kurd hember polîtîkayê sîxuriyê bibe yek'

Mukabule Aytekîn jî da zanîn ku polîsan herî zêde belavok li parkên ku zarok lê dilîzin û ber dibistan û nexweşxaneyan belav kirine û wiha dirêjî da gotina xwe, "Zarok ji kur zanin ev çi belavokin. Wesayîtên polîsan heya derengiya şevê li nava taxan digerin. Bi anonsan dijûnan dikin dixwazin gel bikşînin provakasyonan. Gelê Kurd dê ti car neyên van tahrîkan. Divê gelê Kurd hember polîtîkayê sîxuriyê bibe yek."

'Gelê Kurd bi perayan maneviyetê xwe nafroşe'

Hanim Gencer jî wiha got, "Ji ber nobeta ku polîs serê kolanan digrin, zarokên min bi rihetî dema ji kar tên nikarin bên malê. Tundiya ku hikûmeta AKP'ê ji Kurdan re rewa dibîne bê guman dê hesabê wê bê pirsîn. Bi salan xwest gelê Kurd bi birçîbûnê terbiye bike. Bi PKK'ê re Kurd bûn bi milyonan. Gelê Kurd bi perayan maneviyetê xwe nafroşe."

(hk/rc)