Biharê rûyê welatiyên li Kampa Miştenûr biken kir

09:10

Rebîa Êto/JINHA

KOBANÊ - Welatiyên Kampa Miştenûr a li Kantona Kobanê demsala zivistanê oxir kirin û hatina biharê bi kêfxweşî û dilgeşî pêşwazî dikin.

Bi hatina demsala biharê re rûyê Kobanê hêşîn û bineqşîn bûye. Tevahî welatiyên Kantona Kobanê bi derbasbûna sermaya dijwar a zivistanê û hatina biharê re dilgeş bûne. Lê herî zêde bihar rûyê welatiyên li kampa Miştenûr şakiriye. Piştî ku Kobanê ji destên çeteyan bi tevahî hate rizgarkirin, gelê ku neçarî koçberiyê bibûn pêl bi pêl vegeriyan. Hin ji malbatan ji ber malên wan wêran bibûn li Kampa Miştenûr bi cih bibûn. Şert û mercên zivistanê di pir aliyan de jiyan li wan tengav dikir. Di çadiran de dijîn, derdora wan tev herî û şilî bû, nedikarin derkevin derve, di aliyê pêşwazîkirina pêdiviyên xwe de jî wek çêkirina xwarin û şuştin de jî zehmetî dikişandin. Lê bihar ew nexweşî da ji bîr kirin û niha niştecihên kampê rûgeş bûne.

Niştechihên kampa Miştenûr dibêjin ku vegera li ser axa xwe ji bo wan bihara yekem bû, ji ber li koçberiyê dayîk û zarok her dilgirîn û xemgîn bûn. Piştî ku vegeriyan jî hin şert û mercên zivistanê li pêşiya wan asteng bû. Bi biharê re wan berê ajalên xwe dane çolê, dayîk şîr didoşîn û zarok jî bi rehetî ji xwe re dileyîzin ev jî bihara wan kamil kir.

Herî zêde jî bihar di rûyê zarokên kampê de xuya dike, nema neçarin ku di çadiran de asê bimînin. Ew her li derve bi hevalên xwe re lîstokan dileyîzin û heya derengiya rojê dikarin li derve bimînin.

(en/rc)