'23'ê sal 'bêy nasname' min jiyan kir her der warê mine'
09:36
Bêrîtan Elyakut/JINHA
AMED - Jina bi navê Lalehan Kurt ev 60 sal e li ser axên ku wek “mêvanan” lê dimîne jiyana xwe berdewam dike. Lalehana ku 23 sal e bênasname dijî, wiha dibêje, “Ez bi salan e bênasname dijîm û li ser cihekî jî netomarkirî me. Ez wek jinek li hemû der im û her cih warê min e."
Piştî ku Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan gefên dê kesimên muxelîf ji 'ji hemwelatî bê derxistin' xwar, Wezaretê Adeletê Bekîr Bozdag jî bi gotina "Zagona derxistina hemwelatî di nava zagonan de digre" piştgirî da. Bi van gotinên êrîşkar çîrokê jinên ku bi salan li ser axên Kurdistanê bê nasname dijîn radixîne berçavan.
Yek ji van jinên bênasname jiyana xwe berdewam dike jî Lalehan Kurt ya 60 saliye. Lalehan ji ber bênasnameye sê zarokên wê li ser xesî wê tomarkirine. Zarokên Lalehanê ji ber zilm û zordariyê dewletê berên xwe didin çiyayên azadiyê û kurekî wê jî bi salan e di girtigehê de ye. Lalehan li hemberî hemû zor û zextan gotina “Berxwedan jiyan e” diparêze. Lalehan ji ber bavê wê li Qibrisê leşkerî nekiriye wî wek welatiyên xwe qebûl nekirine, lewra nasnameya wê jî qet çênebûye û qeydiya wê li tu derî tune. Lalehan dibêje ku ew 23'ê sal bê nasname jiyaye û hemû der jî cih û warê wê ye.
'Ez wek jinek hemû der warê min e’
Lalehan diyar kir ku di sala 1999’an de dema Rêberê PKK‘ê Abdullah Ocalan anîn Tirkiyê tevlî çalakiya şermezarkirinê bû ye û piştre hatiyê binçavkirin. Lalehan got ku dema ew hatiyê girtin polîsan jê nasname xwestine lê piştre hînbûne ku ew bê nasnameye. Polîs ji Lalehanê re dibêjin ku “Tu heya niha çawa bê nasname dijî” Lalehan bi gotina 'ez wek jinek hemû der cih û welatê min e. Ez li her derî dijîm' bersiva polîsan dide.
'Ez bi salan wek mêvan jiyam'
Lalehan da zanîn ku piştî 3'ê roj dibin çavan de ma ye qaxizek ku li ser “Mêvan e” nîvisî radestî wê hatiyê kirin û bi salan wek mêvan jiyan kiriye. Lalehan got ku ew her sal diçe emniyetê û qaxizê mêvantiyê nû dike û jiyana xwe wiha berdewam dike.
'Keça min ji bo hemû jinên ku tên tecawîz kirin û qetîlkirin çû’
Lalehanê şahîdîtiya hemû çûyîna zarokên xwe ên ku tevlî PKK'ê bûne kiriye û wiha pêde çû, “Zarokên min ê ku tevlî PKK’ê bûne min hemûyan bi çavên xwe dît û bi destê xwe wan şand. Her zarokên min ku çûn min li pey wan tilîlî kir. Herî dawî keça min çû, keça min ji bo hemû jinên ku wekî min tên binpêkirin, tecawîz kirin û qetîlkirin çû."
Lalehan herî dawî dema ji min vedîqete li min nêrî û got “Berxwedan Jiyan e. Elbet em ê bi ser bikevin.”
(ho/rc)