Konferasa YCR'ê ya Kobanê bi dawî bû

10:02

JINHA

KOBANÊ - 1. Konferansa Yekîtiya Ciwanan a Kantona Kobanê bi biryardarî û coşeke mezin bidawî bû.

1. Konferansa Yekîtiya Ciwanên Kobanê li Salona Meclîsa Zagonsaz bi beşdariya 300 delegeyan û hejmareke mezin yê mêvanan pêk hat. Nûnerên rêxistinên Kantona Kobanê û Kantona Cizîrê jî beşdarî konferansê bûn. Konferansê de axaftin ji hêla Rêvebera TEV-DEM'ê Rûken Ehmed, bi ser navê YPG'ê Cemîl Mezlûm, endamê desteya Ciwan û werzîşê Almaza Romî, endamê rêberiya xweser Şervan Mûslum hatin kirin û konferans li tevahiya gelê Kurd û ciwanan hat pîroz kirin.

Piştî axaftinan belgeyek ji nêrînên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a ku ciwanan dinirxîne hate xwendin, paşê raporên kordînasyona Ciwanan a xebatê salekê û ya jinên ciwan hate xwendin. Nixandin li ser rewşa siyasî û rêxistinî hat kirin. Di berdewamiya konferansê de plansazî û biryar hatin girtin û hilbijartin hate kirin. Du kes wek berdevkên Yekitiya ciwanên kantona kobanê hatin hilbijartin yên ku hatine hilbijartin Cemîle Silêman û Fîraz Kobanê ne. Piştî wê mecilîsên taxan hatin hilbijartin.

Hin biryarên ku di konferanê de hatin wergirtin wiha ne:

*Heya ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji girtîgeha Îmraliyê neyê azadkirin û tevahî Kurdistan ji dagirkeriyê neyê rizgar kirin dê têkoşîna ciwanan bidome.

* Ji bo azadiyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dê hemle bên despêkirin.

*Xwedî derketina li şoreşa bakûrê Kurdistanê erkeke serekeye li ser milê her ciwanek.

* Ji bo parastina cewherî ciwanan bi rêxistinkirin.

* Li ser esasê ji koçberiyê re na , li welatê xwe , li axa xwe xwedî derkeve û ji bo ku hestên netewî pêşbikevin çalakî werin pêşxistin. Li beramberî koçberiyê têkoşîn were dayîn.

*Çanda gundewarî wek çandek bingehî bê esas girtin û li ser vê bingehê xebatên gundan werin xurt kirin û dewlemend kirin.

* Li hember netew-dewlet û zihniyeta rejîmê têkoşîn were xurtkirin û zihniyeta Netewa Demokratîk were avakirin.

*Ji bo zihniyeta Netewa Demokratîk were runişkandin her ciwanek perwerde bibîne. Di vê çarçoveyê de hemleya perwerdeyê were destpêkirin.

*Li dijî xiyaneta ku li beramberî Şoreşa Rojava pêk tê têkoşîneke berfireh were kirin.

Konferans bi dirûşmeyên "Bê Serok Jiyan Nabe', 'Şehîd Namirin' 'Bijî berxwedana Bakurê Kurdistanê' bi dawî bû.

(rê/pr/rc)