Ji objektîfa JINHA Rojava êrîşê ser Nisêbînê
10:17
JINHA
QAMIŞLO - Nobeta rojnamevanên Rojava ya bi navê ‘Na ji bêdengiyê re ‘ di roja 7'an de didome. Çalakiya nobeta yê duh nûçegihanên JINHA Rojava dewir girtin û têkîldarê nobeta xwe yê nava rojê de dîmen, wêne û nêrîn parve kirin.
Hemleya rojnamevanên Rojava a bi navê ‘Na ji bêdengiyê re ku Yekîtya Raghiandina Azad di 3’ê Nîsanê de ji bo şopandina êrîşên li ser navçeya Nisêbînê û hewldana şikandina bêdengiya navnetewî ya li hember van êrîşan daye destpêkirin, di roja 7'an de didome. Duh jî koma rojnamevanên JINHA Rojava çalakiya nobetê a 5. dewr girtibûn. Rojnamevanên JINHA Rojava têkîldarê nobeta xwe yê nava rojê de agahî dan. Rojnamevanên JINHA Rojava diyar kirin ku serê sibe seat 06. 15 an de artêşa Tirkiyê bi çekên giran êrîşê Nisebînê kir û gotin artêşa Tirkiyê bi dozer û kepçeyan xaniyê welatiyan xirab dikin. Rojnamevanan dan zanîn ku bê navber êrîşên biçekên giran ser bajarê Nisêbînê tê kirin û gotin di encamê êrîşên giran de hewana 120 jî saet 11.11'an de li taxek a bajarê Qamişlo ketiye û gotin bi şansî kes zerar nedîtiye.
Rojnamevanan destnîşan kirin ku ber êvarê pevçûn li taxên Nisêbînê dijwar bûye û gotin êrîşên hovane yên dewleta Tirkiyê li ser Nisêbînê bi şev jî dewam kir. Dê çalakiya nûçegihanên Rojavayê Kurdistanê ji bo bala raya giştî a cîhanê bikişîne ser rewşa Nisêbînê, di çarçoveya Kampnaya 'Ji Bêdengiyê re Na' li ser sînorê Nisêbînê dê berdewam be.
(bs-gb/rc)