Li taxa Şêx Meqsûd 100 sivil hatin qetilkirin 650 birîndar in

10:49

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN – Hevya Sor a Kurd, da zanîn ku di êrîşên komên çete yên li ser taxa Şêxmeqsud de heta niha zêdetirî 100 sivîlan jiyana xwe ji dest dane û 650 jî birîndar bûne. Heyva Sor banga lezgîn li raya giştî ya navnetewî kir.

Rêxistina Heyva Sor a Kurd derbarê êrîşên komên çeteyên Koalîsyona Sûriyeyê yên li dijî taxa Şêx Meqsûd a bajarê Helebê û bikaranîna çekên kîmyewî de daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin:

“Tevî îlankirina hevpeymana agirbestê li Sûriyê ya hat pêkanîn jî di dawiya maha Sibata derbasbûyî de, li gelek deveran hîn şer berdewame û ev yek li dijî hevpeymanên navnetewî yên girêdayî mafê mirovan û parastina sivîlan di dema şeran de ye.

Êrîşên ku ji alî komên çekdar yê girêdayî opozisyonê Sûriyê ve bi ser taxa Şêx Meqsûd a bajarê Helebê de tên kirin û jin ,zarokan hedef digirin, binpêkirinek eşkere ye ji hevpeymanên parastina sivîlan. Di van êrîşan de tax bi hemû cûreyên çekên giran tê gulebarankirin. Li ser laşê hin welatiyan şopên bikaranîna çekên kîmyewî a ku di qada navnetewî de hatine qedexekirin hat dîtin.

Heta niha di encama van êrîşan de zêdetirî 100 sivîlan jiyana xwe ji dest dane û bêtirî 650 kes birîndar bûne. Kesên birîndar du êşan dikişînin. Yek tunebûna dermanan û ya din dorpêçkirina ji alî van komên çekdar ku nahêlin bigihîjin nexweşxaneyên bajêr. Navendên tenduristî jî ji kêmaniya dermanan dijîn.

Em weke Heyva Sor a Kurd bang li rêxistin û saziyên mirovî û tenduristiyê dikin ku derbasî taxê bibin û alîkariyê bidin birîndaran. Her wiha em bang li civaka navnetewî û rêxistinên mafên mirovan dikin ku mûdaxele bikin da ku van êrîşên li ser kesên sivîl bidin seknandin.”

(rc)