Jinên Cizîrê: Koçberiya salên 90'an û polîtîkayên 2016'an li hev nekir

12:22

JINHA

ŞIRNEX - Welatiyên Cizîrê yên ku bi koçberiya salên 90'an re koçî metrepolan kirî, di 79 rojên qedexekirina derketina kolanan a ser Cizîrê de li gel hemû êrîşan jî cihê xwe bernedan. Jinên ku vegeriyane cizîrê û dest bi avakirina malên xwe kirine dibêjin: "Polîtîkaya salên 90'an biserneket. Em ticarî axa xwe naterikînin."

Piştî êrîşên qirkirina nijadi yên 79 rojan li ser Cizîrê berdewam kirin dema qedexe nîvê rojê hat rakirin welatî vegeriyan Cizîrê. Gelê Cizîrê yê ku malên wan hatin hilweşandin, bi komkujiyê re ru bi ru man li gel wê jî axa xwe neterikandin û ji nû ve Cizîrê avadikin. Welatiyên Cizîrê çuyîna metrepolan di hişê xwe re jî derbaz nekirine, li gundên nêzî xwe bicîhbûn û piştî rakirina dorpêçê carekdin vegeriyan malên xwe. Jinên Cizîrê destnîşan kirin ku polîtîkaya koçberiyê ya salên 90'an li gel êrîşên salên 2016'an hev negirt û nekarîn gel koçber bikin û wiha gotin: "Li ser vê axê zarokên me şehîd ketin. Em ticarî vê axê na terikînin. Ji bo em hesabê hemû dilopên xwîna ku ser vê axê hatî rijandin emê li vêderê bin."

'Metropol ne li gorî me ne'

Asya Eren a ku li Cizîrê tevlî ji nû ve avakirina taxa xwe bûyî diyar kir ku ji salên 90'an heya niha polîtîkaya dewletê ya koçberiya ber bi metrepolan ve berdewam dike û wiha domand: "Di salên 90'an de jî êrîşî me kirin. Min jî zarokên xwe girt û ketim jêrzemînê. Piştî ku demekdirê em di jêrzemînê de man, hêzên dewletê hevserê min ji gel min girtin û birin. Demdirêj ew îskence kirin û paşê cardin vegerandin. Piştî ku hevserê min hat em çun Stenbolê. Paşê me dît metrepol ne li gorî me ne. Em hînî stenbolê nebûn, em cardin vegeriyan Cizîrê. Dema em hatin cardin malên me xirakiribûn. Di şertên zor de cardin me ji bo xwe cihê hewandinê avakir."

'Di vê pêvajoyê de girêdana min ya bi axa min re hîn zêdetir bû'

Asya da zanîn ku cardin armanca dewletê ya gel ji Kurdistanê koçkirinê hebû lê mixabin ev polîtîkaya wan encam negirt û wiha berdewam kir: "Dewlet hewildide cihê em lê dijîn vegerîne cehnemê. Xwestin me bi zorê ji malên me derxînin û ber bi metrepolan ve koçber bikin. Lê em nehatin van lîstokan û cardin em vegeriyan axa xwe. Em hînî jiyana bajaran nabin. Ezê li gorî derfetên xwe mala xwe ya hilweşayî li vêderê ji nû ve avabikim. Li ser vê axê xwîna zarokên me rijiyaye. Di van demên dawî de girêdana min a bi axa min re hîn zêdetir bûye."

'Me vêcarê ew şaştî nekir'

Zeynep Arslan jî ji jinên ku di salên 90'an de gundê wê hatî şewitandin û koçî aliyê Tirkiyê kiriye û paşê jî vegeriyaye ser axa xwe. Zeynep bilêv kir ku di wan salan de ew koçî navçeya Golcuk a Koçaeliyê bûn, lê li wê jî rastî êrîşên nijadperestiyê hatin û wiha axivî: "Cardin dewlet heman tiştî dike. Lê me şaşiyên berê dubare nekirin û em neçun aliyê Tirkiyê. Dema ku em bi zorê ji malên me derxistin, em çun Şirnexê. Dema qedexe rabû em cardin hatin malên xwe. Ez axa xwe ji dijminê xwe re nahêlim. Li ser vê axê zarokên me xwîna xwe rijandine. Gelo ev ax hêlan û çuyîn li gorî meye?"

(zt)