'Li cihê desthilatdariyê mêr heyî berxwedana jin li pêşe'
12:30
JINHA
STENBOL - Endama Rexistina Jinên Demokrat Gulden Coşkun bal kişand ser girîngiya kampanya yê ku bi dirûşmeyê 'Li cihê desthilatdariyê mêr heyî berxwedana jin li pêşe' û diyar kir ku çiqas têkoşîna jinan bilind dibe dijmîntiya dewletê a li hember jinan zedetir dibe û banga mezinkirina rêxistinbûnê li tevahî jinan kir.
Rexistina Jinên Demokrat (DKH) agahî di derbarê helmeta ku di 4'ê Nîsanê de bi dirûşma 'Li cihê desthilatdariyê mêr heyî berxwedana jin li pêşe' danin destpekirin da. Endama DKH'ê Gulden Coşkun diyar kir ku çiqas têkoşîna jinê digihêje asta bilin, dewlet li hember têkoşîna jinan êrîşan pêktîne û bê tahemûliya xwe nîşan dide. Gulden destnîşan kir ku armanca DHK'ê rêxistina jinaye û wiha berdewam kir: " Me helmeta dayî destpêkirin ji bo rêxistina jinan bû. Naveroka helmetê pêwistiya rêxistiniye. Gava em meyze dikin li Bakûrê Kurdistanê têkoşînê jinan di astek bilindeye. Divê herî zêde berxwedana jinan ên li van qadan bên nîşandan. Armanca helmeta me jî mezinkirina rêxistinbûnê ye û bilindkirina têkoşînê ye."
'Divê atolyên parastina cewherî bên despêkirin'
Gulden destnîşan kir ku divê atolyên ku perwerdeyên parastina cewherî bibin bên vekirin û got pêwîste perwrde li ser zimanê zayendîperest di zanîngehan de bên dayîn. Gulden wiha domkir, "Dibe panel û semîner bên li darxistin. Dê atolya çêkirina çenta û kulava bên vekirin û wê xebatên me bi vê yekê re sînordar nemîne. Wê jin li kolanan şoneyên hevpar lidar bixin. Bi van şanoyan em têkoşîna jinê didin nasîn û jina bi rêxistin dikin."
'Êrîşên li ser jinan ne tesadûfin sîstematîkin'
Gulden da zanîn ku ew ê di 24'ê Nîsanê de panêla bi navê 'Jin û koçber' li Stenbolê bê dar xistin û wiha pêde çû,"Me kooperatîfên jinan ku di navde xebitin li Kurdistan û navçeyan avakirin û bi teybetî xebatên me li Dersîme destpekirine. Xebatên me bi şaredariyê re wê li ser şewirmêndî jinan ava bibe. Îro êrîşên li ser jinan tên meşandin ne tesadûfin sîstematîkin. Çiqas têkoşîna jinan berdewam dike dijmîntiya dewletê li hember jinan zêdetir dibe."
'Wê rêxistinbûyîn azadî bîne'
Gulden bal kişand ser jinên şoreşger, sosyalîst, welatparêz ku li Tirkiyê tên qetilkirin û wiha dirêjî da gotina xwe, "Divê li hember êrîşên ser jinan em rêxistinbûnê xwe berfireh bikin û xwe bighînin tevahî jinan. Rêxistin bi xwe re azadiyê tîne. Ne hewceye gotinên zêde bên kirin bila jin li her qadê bi rêxistin dikin."
(dt/rc)