Kongreya Star êrîşên hember Şêx Meqsûd şermezar kir
12:57
JINHA
EFRÎN - Li hember êrîşên hovane ên çeteyên opozîsyonê yê li ser Taxa Şêx Meqsûd Kongreya Star yê Kantona Efrînê daxuyanî dan çapemeniyê.
Bertekên saziyên mafê mirovan û rêxistinên sivîl yê li beramberî komkujiya Şêx Meqsûd zêdetir dibe. Îro jî bi dehan jin û Endamên Kongreya Star û Rêxistina Jinê ya Zanist û Perwerdeyê û Yekîtiya Êzidiyên Efrînê, Dayîkên Aştiyê û Saziya Malbata Şehîdan li pêşiya navenda Kongreya Star daxuyanî dan çapemeniyê. Daxuyanî ji hêla Rêvbera Kongreya Star Eyşê Xeznê ve hate xwendin.
Navaroka daxuyaniyê wiha ye:
"Piştî ku planên dewleta faşîst a Tirkiyê û hevkarên wî, li Rojavayê Kurdistanê pûç bûn, êrîşên hovane li ser Şêx Meqsûd û Bakûr Kurdistanê dane destpêkirin. Li kuderê ku Kurd dijîn, dewleta Tirkiyê bi helwesteke dijminahiyê êrîş dike. Dewleta Tirkiyê bi tu awayî berjewendiya gelên Sûriyê naxwaze. Di şexsê gelê Kurd de êrîşê nirxên tevahiya pêkhateyên Sûriyê dike. Çeteyên ku nikarin li beramberî vîna gelê Kurd li berxwe bidin, çekên kîmyewî yên li di asta navnetewî de qedexe ne, bikar tînin. Di encam de hejmareke pir zarok, jin û mirovên sivîl li Şêx Meqsûd jiyana xwe ji dest dan.
Em li wîjdanê raya giştî ya cîhanê dipirsin çima li beramberî komkujiyên li ser gelê Kurd bêdeng in? Ev êrîş binpêkirina agirbestê di Sûriyê de ye. Îro li ser aliyê ku dixwaze Sûriyeke demokratîk û azad biafirîne şereke dijwar tê kirin. Em weke Kongreya Star a Kantona Efrînê pêkanînê dijî mirovahiyê û dijî exlaqê ku li ser gelê me yê Şêx Meqsûd pêk tê, bi tundî şermezar dikin û bangî li tevahiya saziyên navnetewî YE, NY û rêxistinên mafên mirovan dikin ku li pêşiya van komkujiyan bisekinin ku bi taybet ji hêla dewleta Tirkiyê û opozîsyona li Sûriyê ku ENKS jî di nav de cih digire, pêk tên."
Piştî daxuyaniyê jin belav bûn.
(fr/jh/rc)