Berxwedana gelê Terolar berdewam dike
13:21
JINHA
GURGUM - Li Gurgumê berxwedan welatiyan li hember konteyrên ji bo çeteyan tên bicîhkirin berdewam dike. Berxwedana elewiyanê gundê Terolar bi pêşengiya jinan di roja 17'emîn de bedewam dike.
Berxwedan bi peşêngiya jinên taxa Terolara giredayî navçeya Dulkadir ya Gurgumê di roja 17'emîn de berdewam dike. elewiyên ku li heremê jiyan dikin diyar kirin ku dewlet hewildide qada jiyana wan teng bike û gotin ku çima bi teybetî li herêma elewiyan kona ava dikin. Gelê herêmê bertek nîşanî konê ku wê bê ava kirin dan û bibîrxistin armanca dewletê ne alîkariye, armanca wan polîtîqayên asîmîlasyonê pêşxistine. Nobeta elewiyan a ku di konan de destpêkiribû niha li cemeviyê berdewam dike. Li gel hemu nerazîbûnê gel makînên kar hatin herêmê û dest bi karê çêkirina cihê kontayneran kirine. Welatiyan gotin ku dixwazin qatlîama duyemîn li Gurgumê cardin bikin. Nobet hertim ji aliyê gel ve tê ziyaret kirin û welatiyên di nobetê de hemu gel vedixwînin berxwedanê.
(dt/zt)