Mamosteyên Kantona Cizîrê êrîş şermezar kirin
13:30
JINHA
HESEKÊ -Yekîtiya Mamosteyên Kantona Cizîrê li pêşiya Salona Reşo a bajarê Hesekê bi daxuyaniyek êrîşê çeteyan û Tirkiyê ya li hember Taxa Şêx Meqsûd şermezar kirin.
Yekîtiya Mamosteyên Kantona Cizîrê li bajarê Hesekê a Kantona Cizîrê daxuyanî dan û êrîşên çeteyên opozîsyonê ku ENSK'ê jî di nav de ne û êrîşên hikûmeta AKP'ê û artêşa Tirkiyê şermezar kirin. Daxuyanî ji hêla mamoste Rûken Necar bi Kurdî û Ezher Ehmed bi Erebî hate xwendin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin, "Piştî serketinên li Rojavayê Kurdistanê û Bakûrê Sûriyê pêk hatin û herî dawî biryara îlankirina sîstema Federal demokratîk a Rojava-Bakûrê Sûriyê hate wergirtin, dijminên gelê Kurd xwe li beramberî van pêşketinan ranegirtin û êrîşên hovane zêdetir kirine."
Di daxuyaniyê de bal hate kişandin li ser rola TEV-DEM'ê di bidestxistina van serketinan de û wiha pê de çû: "TEV-DEM'ê bi fikir, raman û projeyên Rêber Apo gavên mezin di rêya çareserkirina pirsgirêkên herêmê de avêtiye. Bi projeya Netewa Demokratîk re gelê Kurd kariye hemû pêkhateyan bîne cem hev û têkoşînê li dijî zihniyeta Modernîteya Kapîstalîst û sîstema netew-dewletê bide."
Daxuyanî îşare bi êrîşên dewleta Tirk û hevkarên wî hat kirin û wiha hat gotin: "Deweleta faşîst û hovane ya Tirkiyê û Çeteyên Opozîsyonê ku ENKS'ê jî di nav de cih digirin, ji bo serketinên gelê Kurd û herêmê vala derxin û di Bakûrê Kurdistanê, Rojava û Bakûrê Sûriyê de aloziyan çêkin serî li komkujiyan dane. Li Şêx Meqsûd û Bakûrê Kurdistanê komkujiyên hovane pêk tên. Li beramberî vê em wek mamosteyên Kantona Cizîrê van êrîşan şermezar dikin û bang li raya giştî dikin ku li dijî vê rewşê dengê xwe bilind bikin."
(ee/jh/rc)