Beriya meşê derdora jinan girtin çemberê

13:37

JINHA

AMED - Bi pêşengiya KJA yê dê li hemberî tacîz, tecawîz û îstismara zayendî jin bimeşin, lê beriya meşê derdora jinan ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin.

Bi pêşengiya KJA yê ji bo meşa dê li hember tacîz, tecawîz û îstismara zayendî ya bi polîtîkayên AKP'ê yên ser jinan tê kirin, jin li ber avahiya DBP'ê a Amedê kombûn. Berî ku jin dest bi meşê bikin ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin. Li hemberî dorpêça polîsan a bi gelek wesayîtên zirxî û TOMA yan jinan pankarta "Em bêdeng nebûn, emê bêdeng nebin û desturê nedin hişmendiya tecawîzkar" vekirin û diruşmên weke "Jin jiyan azadî", "Emê bi berxwedanê serkevin" û "Destê dirêjî jinan bibe bila bişkên" berz kirin. Jin bi îsrarin ku ber bi Parka Koşuyoluyê ve bimeşin.

(zt)