Ji bo 30 rêveberên jin perwerde despêkir

16:33

JINHA

EFRÎN- Yekemîn dewreya Akademiya Ramanê Azad a Kongreya Star bi navê Şehîd Rûken Efrîn hate vekirin.

Yekemîn dewreya Akademiya Kongreya Star ya Ramanê Azad ku rêveberên saziyên Kongreya Star û TEV-DEM û rêveberên Xweseriya Demokratîk tê de perwerde bibînin vebû. Perwerdeya ku bi armanca pêşxistina zanistiya rêxistinbûnê, endamên Kongreyê Star dewreya perwerdeyê bi navê Şehîd Rûken Efrîn bi beşdariya 30 rêveberan destpêkir. Ev perwerde dê mehekê berdewam bike. Dewreya perwerdeyê bi merasîmekê hate vekirin. Rêvebera Kongreya Star Zelal Ciger di mersîmê de axaftinek kir û bal kişand li ser girîngiya perwerdeyê ji bo pêşxistina asta fikir û menewiyata mirovan û wiha got: "Kesên ku rêveberiyê dikin pêwîste hertim xwe perwerde bikin, fikir û ruhê xwe dagirin. Ji ber ku rêveber divê li ser kar û xebatên heyî agahiya wê hebe û xwedî pêşdîtineke demdirêj be."

Di perwerdê de waneyên wek Girîngiya Perwerdeyê, Jin û Siyaset, Dîroka Jinê, Dîroka Kurdistanê, Hevjiyana Azad, Sîstema Federal, Dada Civakî, Civaka xwezayî, civaka zayendîperest, Şerê Taybet, welatparêzî û Têgînên Siyasî were dayîn. Herwiha di dewreyê de derbarê mijarên cuda de wê semîner werin dayîn.

(fr/rc)